BasNews - Bi dehan ji koçberên ereb ên li devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hatine bicîkirin, îro roja înê, xwepêşandanek li navenda bajêr li ber dibistana Îtîhat lidarxistin, tê de bangewazî li Artêşa Azad hat kirin ku biçin Baxozê û piştgiriya DAIŞê bikin û herwisa kiryarên girûpên çekdar li hemberî wan pirotesto kirin.
Li gor jêderên xwecihê ji BasNewsê re eşkerekirine ku bi dehan ji koçberên Xûteya Rojhilat ên ku li Efrînê dimînin xwenîşandanek pirotestoyî li dijî gurubên Sultan Mûrad pêkanîn, ji ber wê girûpê sixên li xelkên Xûta dabûn û du şekdar ji wan êşkence kiribûn.
Wan jêderan tekez kirin ku di wê xwepêşandanê de, bangewazî li girûpên çekdar ên bi ser Tirkiyê ve kirin ku berên xwe bidin Baxozê û piştgiriyê bidin çekdarên DAIŞê. Herwiha dowîz jî bilindkirin û di dowîzên wan de wiha haribû nivîsandin: "Tewankariyên xwe li dijî koçberan rawestînin! Ka dengê rêxistinên mirovî li hemberî komkujiyên Baxozê? xelkên Xûta daxwaza celdkirina Ebû Ezîz Bekarî dikin!"
Xwenîşnderan gotin ku bi hezaran ji musilmanan li Baxozê ya gundewarê Dêrezorê tên kuştin û tê xwestin ku hemî girûpên çekdar berên xwe bidin Baxozê li kêleka çekdarên DAIŞê şer bikin, tevî ku raporên ragihandinê tekez kirin ku ti hemwelatiyên Sûrîyê li Baxozê nînin û bi tevahî ji çekdarên DAIŞê yên biyanî û malbatên wan in.
Wan jêderan ji BasNewsê re dan xuyakirin ku xwenîşanderan daxwaza sizakirina fermandarekî girûpa Sultan Mûrad kirin û xwestine were cezakirin ji ber ku destdirêjî li du çekdarên ku ji xelkên Xûteya Rojhlat in kirine.