Newroza Efrînê bi qedexekirin, revandin û xemgîniyê derbas bû
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Newroza Efrînê bi qedexekirin, revandin û xemgîniyê derbas bû

 BasNews-Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ên girêdayî wê, pîrobahiyên Newrozê li xelkên devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, qedexekirin û hin welatî jî girtin.

 Li gor çavkaniyên xwecihî yên BasNewsê, artêşa Trikiyê û grubên çekdar ên bi ser ve, bi girseyî rêbendên ewlehiyê li navenda bajarê Efrînê û navçeyên wê belavkirin û nehêştin kurd cejna Newrozê pîroz bikin.

Welatiyekî ji nava bajêr ji BasNesê re got ku çekdarên opozîsiyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê ne, çûnûhatina welatiyan li bajêr qedexekirin û otombîlên wan ên leşkerî li taxên bajêr digeriyan da ku Newrozê qedexe bikin.

Li navçeya Cindirêsê jî, çekdarên ji rêveberên dezgehên xizmetguzarî xwestin ku navên karmend, xwendekar û mamosteyan ên ku nehatine karên xwe tomar bikin da ku, wan bi behaneya têkbirina zagonê û pîrozkirina Newrozê siza bikin.

Tê zanîn ku encûmenên xwecihî yên bi ser Tirkiyê ve, bi boneya hatona Newrozê biryar dabûn ku di rojên Newrozê(20 û 21 Avdarê) her kes biçe ser karê xwe û pîrozkirina Newrozê bi hemû awayan qedexekirin.

Derbarê vê yekê jêderekî ji navçeya Cindirêsê ji BasNewsê re got ku gruba Lîwaya Semerqend, du li şeva arê Newrozê, bi guleyan avête xelkên gundê Kefersefrê yên ku hewil didan agirê Newrozê pêxînin û sê welatiyên kurd girtin.

Li gor wî jêderî kesên hatine girtin ev in ( Mihemed Sulêman, Miehemed Mustefa Mewas û Mûrad Xilo). Herweha li navçeya Şera jî, şekdaraên mûmên xelkên wî bajarokî ji bo Newroz li ser belkonên malên xwe pêxistibûn vemirandin û nasnameyên wan jê standin da ku piût re bikşînin dadgehê. Li heman navçeyê, li gundê Omera jî çekdarên opozîsiyona Sûrî derbasî malekê bû û nehiştin biraştina goşt berdewam bikin! Ji ber ew dbînin ku ev gav di çarşewa pîrozkirina cejna Newroz de tê!

Tî bibîrxistin ku di yekemîn roja dagîrkirina devera efrînê ji aliyê artêşa Trkiyê û çekdarên bi ser ve de, li 18ê Avdarê, peykerê Kawayê Hesinkar li navenda bajêr hate rûxanifin. Herwisa li navenda bajarê Efrînê çerxerêyek bi navê ( çerxerêya Newroz) habû. Lê piştî dagîrkirina bajêr, navê wê kirin çerxerêya( Selahedîn Eyûbî).

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved