Ji bo bîranîna 31.mîn salvegera karesata Helebçê Marathonek birêve çû Ji bo bîranîna 31.mîn salvegera karesata Helebçê Marathonek birêve çû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ji bo bîranîna 31.mîn salvegera karesata Helebçê Marathonek birêve çû

BasNews - Îro 17ê Adarê ji bo bîranîna 31.mîn salvegera kîmyabarana Helebçê, marathonek li Helebçe birêve çû û piştre xelat li kesên serkeftî hatin belavkirin.

Marathon li pêş deriyê parka navçeya Sîrwanê destpê kir û li pêş Koleja Perwerdeya Werzişê ya Zanîngeha Helebçeyê bidawî bû.

Seroka Encûmena Ciwanên Kurdistanê Pêlan Ebdula ragihand, dirêjahiya marathonê 5 K.M bû wek amajeyekê ji hejmara şehîdên Helebçe yên 16ê Adara 1988an bi çekên kîmyayî hatine şehîd kirin.

Herwaha ragehand, ev sala sêyem e li ser hev marathon tê encamdan, Encûmena Ciwanên Kurdistanê bi hevbeşiya Zanîngeha Helebçe û 48 rêxistinên din ên parêzgeha Helebçeyê ve birêve dibe.

Hejmarek mezin xelkê û xwediyên pêwîstiyên taybet jî beşdarî marathonê dibin û xelat li kesên yekem, duyem û sêyem yên serkeftî li ser asta kuran, keçan, xwedî pêwîstiyên taybet hatin belavkirin.