Efrîn –  Çekdaran gundek topbarankirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn –  Çekdaran gundek topbarankirin

BasNews - Artêşa azad ya bi ser Turkiyê ve, bi avêjeyan gundekî devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê topbarankirin û di encamê de jineke kurd birîndar bû.

Jêderekî xwecihî ji BasNewsê re got ku çekdarên opozîsiyona Sûriyê, gundê Zaretê yê navçeya Şêrewa armanckirin û di encamê de jina kurd, Sedîqa Henan Mustefa ya 665 salî, birîndar bû û bo nexweşxaneya Avrîn li bajarokê Fafînê yê bi ser devera Şehbayê ev, hate veguhestin.

Wî jêderî diyar kir  ku çekdaran ji gundê Basilê de, yê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin gundê Zaretê yê di bin kontirola hêzên Rêjîma Sûrî û YPGê de ye, topbaran kirine.

Ji alîkî din ve, li sibeha Îro gundê Um Hoş yê devera Şehbayê ji aliyê hêzên Mertala Feratê vey a ku li bajarokê Mariê dimînin , topbaran kir, lê ti ziyanên mirovî çênebûne.

Li gor jêderên BasNewsê, çekdarên Mertala Feratê bi bîst avêjeyan gundê Um Hoş armanckirine û du avêje ji wan li nêzîkî dibistana gund ketine, wê lomê rêveberiya dibistanê şagirtên dibistanê verêkirin mal.

Tê zanîn ku di encama opêresiyona Şiqnê Zeytûnê de, li dor 150 hezar ji kurdên devera Efrînê koşberî devera Şehba, gundên navçeya Şêrewa û Niblê dimînin û deriyên vegerê ji aliyê artêşa Tirkiyê li ber wan hatine girtin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved