BasNews - Heyeteke leşkerî ya Rûsyayê îro berê xwe dan xêzên şer di navebera hêzên Mertala Feratê û deverên Şehbayê li Rojavayê Kurdistanê û li gel heyetek mîna ji aliyê artêşa Tirkiyê ve civîya, ev gava jî di siya firîna balafirên şer ên Rûsyayê li ezmanê deverê qewimî.
Jêderekî leşkerî ji nav Yekîneyê Parastina Gel ji BasNewsê re got ku ta niha hêzên Rûsî ji deverê nekişiyane û hebûna wan li bajarê Tilrifetê û bajarokê li derdorê berçav e.
Wî jêderî destnîşankir ku îro mayîn li derdora gundê Merenazê yê devera Şehbayê hatin paqijkirin û pêşbîn e ku ev yeka ji bo vekirina rêya Dîlok û Helebê da be.
Ji alîkî din ve hin alayên ragihandinê yên bi ser opozîsiyona Sûrîyê ve dan xuyakirin ku tankerên leşkerî û tîmên paqijkirina mayînan ên Tirkiyê berve xeta şer bi YPGê de çûn hevdîtin li gel şenadeke leşkerî ya Rûsiyayê re kirin, lê sedema vê civînê ne hatiye eşkerekirin û pêşbîn kir ku belkî ew di çarçewa vekirina rêka Dîlok û Helebê de be, yan jî ji bo gengeşekirina çarenivîsa deverên Şehbayê ye.
Tê zanîn ku deverên Şehbayê li dor 150 hezar koşberên devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, yên ku di encama opêresiyona Çiqlê Zeytûnê de koçber bibûn, hembêz dike.
Di vî warî de, parêzer û siyasetmedarê kurd Şêxo Bilo, ji BasNewsê re axivî û got ku hevdîtina Rûsyayê-Tirkiyê ya ku îro li başûrî bajarê Ezazê qewimiye, di nevbera kesên pispor û têknisiyen de çêbûye û armanc jê ew bû ku di çarçawoya şerê Idlibê de, behsa lihevkirina li ser xêzên pevçûnan li ser erdê û li ezmên jî bikin, ango pêşbîn e di demeke nêzîk de şerê Idlibê biqewime.
Siyasetmedar Bilo bawer dike ku ev civên ti wateyên siyasî û stratîjîk jê re nînin û ti encamên nû jî di mesela lihevkirinên Rûsyayê-Tirkî jî dernakevin.
Bilo berdewam kir û got ku hergav cihê civinan nîşaneke wê heye, û li bajarê Ezazê ti nirxên wê yên dîrokî û remzî tune heya ku tiştekî startîjîk jê derkeve!
Siyasetmedar Bilo di wê baweriy de ye ku Tirkiyê nikare tiştekî li ser Rûsyaya bisepîne û êdî tiştek di destên wê de li ser erdê nemaye û bi taybetî Wezîrê Derve yê Rûsiyayê Sergey Laverov bêtirî carekê dûbare kiriye ku Tirkiyê bendên lihevkirina Astanayê pêkneînane.
Li dawiyê siyasetmedarê kurd Çêxo Bilo tekez kir ku armanca vê civînê ew e ku pilan û xalên teknîkî deyne ji bo ku rêya navdewletî di navbera dergehên Bab El-selamê û Nesîb li ser sînorê Urdunê vekin û heger ne jî Rûsiya dê bi zora hêza leşkerî vê rêyê veke.
Tê destnîşankirin ku balafirên şer ên rêjîma Sûrîyê di van rojên dawî de bi berdewamî bajar û gundên li ser rêya Heleb û Şamê dikevin û bi taybetî li gundewarê parêzgeha Idilbê û Hemayê, bi awayekî tûnd topbaran dike.