Efrîn – Teqînekê rûda 3 birîndar hene
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn – Teqînekê rûda 3 birîndar hene

BasNews - Bombeyek li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqiya û di encamê de, sê kes birîndar bûn û gelek ziyanên madî li şûn xwe hêştin.

Çavkaniyeke taybet ji navenda bajêr ji BasNewsê re eşkere kir  ku bombeyek li kolana siyasiyê li hember stûdiyo 23 danîbûn ber bermîlê çopê, li dor katjimêr 9 li vê êvarê teqiya û sê kesên sîvîl birîndar kirin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir  ku ji ber bihêzbûna teqînê, gelek ziyan li dikanên bazirganiyê û li avahiyên derdorê bûne.

Herweha wan jêderan gotin ku baregeheke girûpa Sultan Murad li nêzîkî cihê teqînê heye, lê heye niha ti aliyan ev tqîn li xwe negirtiye.

Tê bibîrxistin ku li navîna meha Desemberê ji sala 2018an, teqînekî erebeyeke bînekan armanc kir û herweha, bazara mavendî ya bajêr, jî bi teqînekî hate armanckirin û di encama herdû teqînan de, gelek xelkên deverê, jiyana xwe ji dest dan.

Herwisa di 21ê Reşmehê de, erebeyek bombekirî li nêzîkî xestexaneya Dêrsim teqiya, ji ber welatiyekî bi navê Cîhad Osman cane xwe ji dest da û 20 kesên dîtir jî birîndar bûn.

Tê zanîn ku çekdarên bi Tirkiyê gelek caran teqînan pêktînin da ku nearamî li deverê berdewam be û pişt re xelkên deverê bi behaneya teqînan bigrin û fidiyeyê ji xwediyên wan bixwazin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved