Ji ber newxwaşiya sorikan nêzîkî hezar zarokan mir in Ji ber newxwaşiya sorikan nêzîkî hezar zarokan mir in
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ji ber newxwaşiya sorikan nêzîkî hezar zarokan mir in

Rukiye Mistefa

BasNews - Rêxistina Netewên Yekbûyî ya zarokan (UNICEF)ê ragehand, li welatê giravê Madagaskarê ji roja 3yê Îlon a sala borî ya 2018ê û heta 21ê Sibata îsal 2019ê 76 hezar û 871 bûyerên nexwaşiya sorikan hatiye dîtin. Herwaha hat gotin ji ber wê jî 928 kesên ku piraniya wan zarok ji ber wê nexwaşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Hikûmeta Madagaskarê û UNICEFê û herwaha bi rêxistinên din ên hevbeş ve di destpêka meha çileyê de helmetekî derzî lêdanê dan destpê kirin û li 3.4 milyon zarokan derziya sorikan hat lêdan. Herwaha di meha Adarê de jî ji bo 3.9 milyon zarok bên derzî kirin bername hatiye danîn.

Derziya sorikan lêdan li Madagaskarê ne naçariye. Nexwaşiya sorik dema destpê dike heraret zêde dibe, bêhalî, kuxik, herikandina difnê, îltîhaba guh, zikçûn, zatûre û di mêjî de jî zererê digehîne û li gel wê hin caran jî dibe sedemê mirinê.