Li Efrînê çekdaran kesayetiyekî kurd li beramberî fidiyê azad kirin!
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Efrînê çekdaran kesayetiyekî kurd li beramberî fidiyê azad kirin!

BasNews – Çekdarên opozîsiyona Sûrî, bi girtina hemwelatiyên kurd li devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bazirganiyê dike, ango bi tewanbariyên cihê welatiyan digrin û pişt re Fidiyê ji wan dixwazin û serbest berdidin.

Jêderekî xwecihî ji navçeya Şeran ji BasNewsê re eşkere kir ku polîsên leşkerî yên bi ser Tirkiyê ve, bi serokatiya Elai Seqar, îro kesayetiyê kurd Dewlet Hemdûş, ji girtîgeha Şeran, piştî wergirtina fidiyeya diravî ya bi qasî 500 hezar L.S serbest kirin.

Dewlet Hemdûş, ji xelkê gundê Kefercenê ye, berî bi sê rojan ji aliyê polîsên leşkerî û serbazên Tirk ve, bi tewanbariya endamtiya di PYDê, ji mala xwe li gundê Kefercenê hatibû girtin.

Li aliyê din hin çalakvanên ereb li devera Efrînê, nerazîbûn û protestokirina xwe li hemberî qutkirina mûçeyên çekdarên Artêşa Azad, ji aliyê Tirkiyê ve, li ser torên civakî dan nîşandan.

Ew çalakvan dibêjin ku bi qutkirina mûçeyan li ser çekdaran dihêle ku berên xwe bidin dizî û talankirina welatiyên deverê.

Lê, ji aliyê xwe ve çalakvanên deverê dibêjin, çalakvanên ereb dixwazin dizî û talana li deverê dibe, bixin sukra Tirkiyê û rewa bikin! Tevî ku di demên bûrî de, wan çekdaran mûçe distandin lê dizî, talan, revandina welatiyan bi armanca sitandina fîdiyeyê, ji destpêka dagîrkirina Efrînê de berdewam e.

Tê destnîşankirin ku 25 hezar çekdarên opozîsiyona Sûrî bi alîkariya Artêşa Tirkiyê, operesiyona leşkerê ya bi navê Çiqnê Zeytûnê, devera Efrînê dagîrkirin û pişt re ew çekdar li ser navên dîtir hatin parvekirin( polîsên leşkerî, polîsên sîvîl, polîsên azad ).

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved