Efrîn- Çekdaran sê jinên girtî serbest berdan
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn- Çekdaran sê jinên girtî serbest berdan

BasNews- Çekdarên opozîsiyona Sûriyên ên bi ser Tirkiyê ve, îro li devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, sê jinên ku karmendên şîrketa avê ne, serbest berdan lê sê karmendên din bo girtingeha Maratê.

 Jêderekî xwecihî Ji BasNewsê re ragehand ku polîsên leşkerî yên bi ser Tirkiyê ve, her yek ji Leyla Qebelan, Darîn Qasêm û Esmehan Casêm, piştî dadgehkirina wan, serbest berdan û sê welatiyên din jî bi navê Ehmed Oso, Şitar xelîl û Eliya Mela bo girtingeha Maratê hatine veguhestin.

Polîsên leşkerî li 18ê vê mehê/Reşmehê/ ev karmendê navbûrî, ji cihê karên wan li dezgeha avê ya bajêr, girtibûn û berên wan dabûn navenda MÎta Tirk li bajarokê Recoyê û îro anîne bajarê Efrînê û pêşkêşî dadgehê kirine, piştî dadgehkirinê her sê ji hatin azadkirin û yên din jî şandin girtingeha gundê Maratê ku li nêzîkî najêr dikeve.

Ji aliyeke din ve , îro cîgirê serokê encûmena xwecihî ya bajarê efrînê, Mihemed Şêx Reşîd, biryara dûrxistina kar bi heqê 4 karmendên kurd ji dezgeha avê bi behaneya girûbên nijadperestî ragihande.

 Li gor ku jêderên xwecihî ji BasNewsê re eşkerekirine ku rêvebirê dezgeha ava vexwarinê Ebdulqadêr Hafêz, erebekî xelkê bajarokê Mariêye, pilan dike hejmara kurdan di wê dezgehê de kêm bike û her demekê hinekan ji wan dide girtin û astengiyan di derheqê karmendên kurd de dike, da ku dev ji karê xwe berdin.

 Tê zanîn ku derfetên kar, piştî dagîrkirin deverê ji aliyê artêşa Tirkiyê û şekdarên bi ser ve, nemane û nexwasim bi sedan ji fabrîqe û kargehan tûşî talankirinê bûne û ji ber rewşa nearam kesek dikare kargehan veke.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved