Efrîn - Bi dehan gund hîn vala ne
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn - Bi dehan gund hîn vala ne

BasNews - Di encama opêresiyona Çilqê Zeytûnê, bi sed hezaran ji xelkên devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dest ji malên xwe xwe berdan û koçberberî gundewarê Helebê bûn, lê piştî derbasbûna salekê ji dagêrkirina deverê ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve, hîn bi dehan ji gundên deverê ji vala ne yan nîv-vala ne, gundê Berava yê navçeya Şera yek ji wan gundan e.

Gundê Berava di 4.3.2018an de, piştî pevçûnên giran li gel şervanên HSDê, kete bin kontirola Artêşa Azad bi aîkariya Artêşa Tirkiyê.

Di encama topbarana topxane û balafirên Tirkiyê yên şer de, 7 mal bi temamî hatin rûxandin û 4 malên din jî ziyan dîtine.

Piştî dagîrkirinê

Piştî derbasbûna salekî di ser opêresyiona Çiqlê Zeytûnê re, gundê Berava hîn nîv-vala ye ji şêniyên xwe yên kurd ên resen, tenê 7 malbat ji rêjeya hejmara giştî ya malbatên gund(90 mal) karîne vegerin ser mal û milkên xwe, li gor ku welatiyekî ji xelkên gund ji BasNewsê re eşkere kiriye.

Wî welatiyî destnîşan kir ku 14 malên gund ji aliyên çekdarê girûpa Sultan Mûrad bi serkêşiya ( Ebû Ebdulah) hatine standin, ew jî bi xwe ji Tirkmenên gundewarê Humsê ne.

Wî jêderî ji BasNewsê re tekez kir ku 70 xaniyên gund vala ne û çekdarên girûpa Sultan Mûrad hemî talankirine û bi ser de jî nahlin ku xelkên gund vegerin malên xwe.

Rifet yek ji xelkên gund e, ku li gel malbata xwe li bajarê Efrînê niha dimîne ji BasNesê re axivî: “Me li hemû deriyan xist da ku em vegerin malên xwe, me serdana baregehên Tirkiyê encûmena xwecihî ya bajêr kirin û herwwisa em çûn bajarê Ezazê jî, lê ti kesî alîkariya me nekir û niha ji mecbûrî em li Efrînê dimînin û nikarin vegerin gundê xwe.

Rifet berdewam kir û got: “9 malbatên gundê Berava li gundê Çema rûniştine, 15e li bajarê Efrînê ne û yên din jî koçberî deverên Şehbayê bûne.”

Di derbareyî werza zeytûnê û herweha werzên çandiniyên yên dîtir, Mustefa yê şêst salî ku ligel hevjîna xwe li bajêr dimîne ji BasNewsê re got: “Ebû Ebdulah, fermandarê girûpa Sultan Mûrad rêjeya 20% li şeş malbatên kurd ên li gund dimînin sepand, û li deverê ne rêjeya 50% sepand û werzên şêniyan ku koşberî Şehbayê bûne, bi behaneya ew PYDyî ne, bi temam li xwe helal kir.”

Mustefa lê zêde kir û got: “Niha dema ajotin û kesixanidna darên zeytûnê ye lê çekdar nahêlin kesek bişe nav zeviyên xwe û karên xwe yên çandiniyên bike.”

Tê zanîn ku bi dehan ji gundên devera Efrînê, û bi taybet li navçeya Bilbilê, ji şêniyên kurd ên resen vala ne û piraniyan bi koşberên ereb hatine dagirtin,

Hin çavdêrên xwecihî dibînin ku rewşa serberdayetî, tevleheviya ewlehî û binpêkirinên li dijî şêniyê kurd, armanc jê ew e ku dêmogirafiya deverê were guhertin û rêjeya kurdan tê de bibe û bête erebkirin û tirkmenkirin. 

Li gor ku rewangeha Sûrî ya mafên mirovan dibêje ku bêtir 350 hezar ji kurdên deverê di encama şer de koçber bûne û rêyên vegerê li ber hatine girtin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved