Herman Xalîd
BasNews – Rêveberiya endazyariya parkan, helmetek bo şînkirina bajarê Hewlêrê dide destpê kirin.
Rêveberê endazyarê parkan Endazyar Ebdulwahîd Ehmed ragehand, helmetek bo berhemên xweyî bo şînkirin û parastina jîngeya bajarê Hewlêrê em didin destpê kirin.
Ev helmet dê bi çandina 200 hezar gulên ku hemû demsalan de şîn in ve destpê dike, herwaha şeş hezar darên mezin û 20 hezar darên biçûk ên şitil dê li bajarê Hewlêrê bên danîn.
Ebdulwahîd Ehmed ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, naha rêjeya şînkayiya bajarê Hewlêrê geheştiye sedî 18.7 û ev rêjeyekî pir başe û emê berdewam jî bikin ku bajar zêdetir bê şînkirin.