Efrîn - Çekdaran mala kalekî talan kirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn - Çekdaran mala kalekî talan kirin

Wêne: Gundê Eşûnê

BasNews - Çekdarên girûba Sultan Mûrad a bi ser Tirkiyê ve, li berbanga Îro bi ser gundekî devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de çûn û bi darê  zorê derbasî mala kalekî bûn û ew talan kirin.

Jêderekî xwecihî li navçeya Racoyê ji BasNewsê re got ku girûbeke çekdar a bi ser koma Sultan Mûrad bi serkîşiya kesê bi navê Ebû Ecac, li dor saet 15:00an ji berbanga îro, li gundê Eşûnê yê navçeya Bilbilê,  bi darê zorê derbasî mala kalemêrê kurd Hisênê Tosinê 72 salî bûn, destên wî girêdan û dane ber lêdan û êşkencê û piştre, ji mala wî komeke pere bi qase  10 L:S û du tûbên gaze dizîn û bazdan.

Heman jêderî, çekdarên polîsên leşkerî berî bi heftiyekî, hatibûn li gundê Eşûnê û gundên derdorê, bi behaneya jimartina malabatên xizan geriyabûn û gotibûn ew alîkariyên mirovî ji wan pêşkêş bikin, lê xuya bû ku armanca wan ew bû ku derbasî malan bibin û lîsteyekê ji kesên bi tena xwe dijîn û nikarin berevaniya xwe destnîşan bikin û pişt re wan talan bikin.

Hêjayî destnîşankirinê ye ku bi dehan ji bûyerên mînak ên talankirina kal û pîrên ku bi tena xwe dijîn, li sernaserî devera Efrînê, ji salekê û vir de, rûdidin bê ku ti kes heya niha ji wan çekdaran were girtin û sizakirin.

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved