Efrîn - Çekdaran 2 hemwelatiyên kurd girtin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn - Çekdaran 2 hemwelatiyên kurd girtin

BasNews - Çekdarên opozîsiyona Sûriyê yên bi ser Tirkiyê ve helmeta girtin û revandinê di derheqê welatiyên kurd de li deverea Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bi berdewamî didin meşandin da ku kurdên li wir mane dest ji mal û milkên xwe berdin û koşber bibin.

Di vî warî de, jêderekî xwecihî ji BasNewsê re got ku çekdarên girûpa Lîwayî El-Fetih bi ser gundê Turmîşa yê navçeya Şiriyê de çûn û 2 hemwelatiyên kurd girtin û berên wan dane cihekî nediyar.

Li gor wî jêderî, kesên hatine girtin ev in: Mihemed Ehmed Mustefa, 69 salî ye û Şaban Elî Hesen, 30 salî ye.

Wî jêderî ji BasNesê re tekez kir  ku van herdû hemwelatiyan nerazîbûna xwe li hemberî girtina hin ciwanên gundê Turmîşa ji aliyê milîsan ve diyar kiribû loma ew jî hatine girtin.

Hêjayî gotinê ye Mihemed Mistefa meleyê mizgefta gundê Turmîşa ye û nexweşiya dil pê re heye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved