Efrîn - Muxtarê gundê Qizilbaşa hat girtin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn - Muxtarê gundê Qizilbaşa hat girtin

BasNews- Hêzeke leşkerî ku serbazên Tirkiyê û çekdarên polîsên sîvîl, bi ser gundên Bêlê û Qizilbaşa li gundewarê Efrînê Rojavayê Kurdistanê de çûne û muxtarê gundê Qizilbaşa girtine.

Jêderekî xwecihî ji BasNewsê re diyar kir ku li dor 35 çekdarên ku li 8 erebeyên leşkerî siwar bibûn, derbasî nav gundên Bêlê û Qizilbaşa yên navçeya Bilibilê bûn, hin mal tevdan û pişt re du welatiyên kurd girtin û berên wan dan bajarokê Bilbilê.

Wî jêderî tekez kir  ku muxtarê gundê Qizilbaşa(Ismet Îbrahîm Xelîl) û herweha parêzerê kurd Reşîd Kekeç hatine girtin, lê piştî çend katjimêran ji lêkolînê Kekeş serbest hatiye berdan.

Tê bibîrxistin ku berî bi heftiyekê muxtarê gundê Kerrê, Selah Bilal Yûsêf li çenda welatiyên din, hatibû girtin, lê li gor agahiyên ketine destên BasNewsê, ew muxtar duh hatiye azadkirin.

Hêjayî destnîşankirinê ku binpêkirinên li dijî welatiyên kurd ji roja dagirkirina Efrînê berdewam dike.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved