Efrîn- 2 çekdar di pevçûnên navxweyî de mirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn- 2 çekdar di pevçûnên navxweyî de mirin

 BasNews - Hejmarek ji çekdarên girûpa Feyleq El- Şam, îro li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, êrîş birin ser dikana zêrciyekî da bidizin lê, di encamê de pevçûn derketin û du çekdar hatin kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, hejmarek ji çekdarên Feyleq El-Şam êrîş birin ser dikana koçberê Ereb( Ebû Xesan El-Henefî), ji xelkên Xûteya Rojhilat e, û jê komeke zêr û peran dizîn, pişt re zêrciyê Ereb hawarçûn ji girûpa Cebhe El-Şamiyê xwest, wan jî çekdarên xwe şandin û pevçûnê giran di navbera herdû aliyan de li kolana Rêka Reco derketin û li şûn xwe du kuştî û sê birndar hêştin.

  Tê bibîrxistin, di meha bihûrî de, bûyerên ewlehî yên wiha qewimîn û di ya herî dawî de, koçberekî ereb li ser destên çekdarên Ehrar El-Şerqiyê hate kuştin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved