Efrîn- Kujerê kalê 80 salî reviyaye
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn- Kujerê kalê 80 salî reviyaye

BasNews - Kujerê kalê kurd Elî Qilindir, ji navçeya Mabeta ya devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bazda û heyamên nearamiyê girtine ser bajarokê Mabeta û heya niha berdewam in.

Jêderekî xwecihî ji navçeya Mabeta Ji BasNewsê re got ku di encama kuştina Qilindir ji aliyê çekdarekî girûpa Cebhe El-Şamiyê ve,  heyanên tevlehevî û nearamiyê di nav hemwelatiyê kurd de berdewam in, ango bi sedan ji welatiyan piştî binaxkirina kale 80  salî, berên xwe dan navenda leşkerî ya artêşa Tirkiyê û jê daxwaz kirin ku çekdaran ji nav bajarokî derînin û wî çekdarî siza bikin.

Herweha wan jêderan got ku xwenîşanderan gefa germkirina pirotestoyan li hêzên Tirkiyê xwarin heger ku daxwazên wan neyên bicîkirin.

Tê destnîşankirin ku çekdarê bi navê Îsmaîl Hac Ehmed, berî bi heftiyekê, bi guleyan kalê kurd Elî Qilindir, di dema ku pez li derdora gundê Qenterê diçêrand, armanc kiribû û duh ji ber birîna xwe di nexweşxaneyeke Tirkiyê de canê ji dest da ye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved