Efrîn - Milîşeyan hemwelatiyekî kurd revandin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn - Milîşeyan hemwelatiyekî kurd revandin

BasNews - Îro 05.02.2019an sêşemê milîşeyên bi ser Tirkiyê ve, îro welatiyekî kurd li gundewarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê revandin û berê wî dane cihekî ne diyar

Jêderekî xwecihî ji BasNewsê re got ku du çekdaran ji girûpên opozîsiyona Sûriyê li bajarê Cindirêsê, welatiyê bi navê Ebdilhemîd Sulêman ji mala wî revandin û ti agahî li ser wî heya niha tune ne. Wî jîderî eşkere kir ku Sulêman ji xelkên gundê Kora yê navçeya Cindirêsê ye û tê texmînkirin ku revandina wî ji aliyê çekdaran ve, bi armanca bidestxitina pereyan be.

Tê zanîn ku girûpên çekdarên ên girêdayî Tirkiyê, ji dema kontirolkirina deverê di 18 .3.2018an de, bi sedan ji welatyên kurd revadine û bi piştî standina fidiyeyê (peran) hatine serbestkirin. Li gor çavdêrên xwecihî dibêjin milîşeyên opozîsiyonê revandina welatiyan kirine deriyekî perederxistinê, xwe pê fînanse dikin û di heman demê dixwazin fişarê li xelkê bikin da ku dest ji welatê xwe berdin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved