Efrîn – Milîşeyên Artêşa Azad şerê hev dikin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn – Milîşeyên Artêşa Azad şerê hev dikin

BasNews - Di navbera du girûpên çekdar ên opozîsiyona Sûriyê de, li gundewarê devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, şerekî giran qewimî û di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

Li gor çavkaniyên xwecihî ji BasBewsê re dane xuyakirin ku şerekî di giran di navbera girûpa Nûredîn Zengî, Ehrara El-Şerqiyê de rûda, tê de rokêt û bombe hatin bikaranîn û di encamê de çekdarekî Ehara El-çerqiyê hat kuştin û 8 çekdarên dîtir ji herdû aliyên birîndar bûne.

Wan çavkaniyan diyar kir  ku şer li dor 4 katjimêran berdewam kir û li hemî taxên bajêr belavbû, loma xelkên sîvîl  ketin malên xwe û bazar jî hatin girtin.

Li gor heman çavkaniya sedema derketina şer vedigere nakokiya li ser mal û milkên xelkên bajêr ên koçkirî, ango her aliyek dixwaze dest deyne ser wan milk-mewalên kurdan ên ji Efrînê koçber bûne.

Tê destnîşankirin ku pevçûn û pevketin bi awayekî berdewam di navbera girûpên çekdar de derdikevin û bi piranî li ser dizîn û parvekirina mal û milkan pevçûn derdikevin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved