TAYBET - Gelo Tirkiyê mekteb û amojgehên olî li Efrînê vekirine?
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

TAYBET - Gelo Tirkiyê mekteb û amojgehên olî li Efrînê vekirine?

BasNews - Dezgehên dewleta Tirkiyê, li vê dawiyê, bi alîkariya Komela Ciwanên Tirkmen en Sûriyê amojgeha (El-Fetih El-Mûbîn) li gundê Kurzêlê yê girêdayî navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê kurdistanê,vekirin, tê de zarokê kurd ên temen biçûk fêrî ezberkirina Quranê dibin û korsên ayînî tên dayîn.

Di heman warî de, li serê sala xwendinê ya nû, dibistaneke olî bi navê (Mekteba Îmam Xetîb Paşa Karaca) li şûna lîseya oldariyê li navenda bajarê Efrînê hatiye vekirin û berî bi sê rojan Waliyê Hetayê ; Rahmî Dogan seredana mektebê kiribû û hevdîtin li gel mamosteyên wê kiribû.

Li ser mijara vekirina mektebên olî li Efrînê û metirsiyên wan li ser civaka Efrînê, rojnamevan Comerd Hemdûş, ku ji xelkên Efrînê û niha Elmaniyayê domîne ji BawNewsê weha axivî:  "Weke prensîp, ji heqê her kesekî ye ola xwe fêr bibe û bide fêrkirin, lê gava ku ji aliyekî çekdar ve be û ne ji desthelateke rewa be, wê hingê metirsiyê li ser pêkvejiyanê çêdike, bi taybetî weke Efrînê, ku ti caran cudahî di navbera pêkhateyan de çênebibû.”

Comerd dibîne ku metirsî ew e ku ev çekdar ji xwe re dînê îslamê bikartînin da ku derbasî nava civaka Efrîniyan bibin û ew çanda lêborîn û pêkve jiyanê, li ser hesabê êzdî û elewiyan, tine bikin û deverê bikin sade sune û tundrew.

Herwiha rojnamevan Comerd di wê baweriyê de ye, ku kesên tundrew nikarin çandeke vekirî li ser bingeha lêborîn û pêkvejiyanê ava bikin, xelkên Efrînê hişyarkirin zarokên xwe tevlî wan dibistanan nekin.

Tê bibîrxistin ku di heyama şerê li ser Efrînê de yê di bin navnîşa(Çiqlê Zeytûnê) de, di 21.1.2018am de, serokatiya karûbarên olî, ya ku bi awayekî yekser girêdayî Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan e, ji hemwelatiyan li 90 hezar mizgeftên Tirkiyê xwestibû ku lavijan ji  bo serkeftina artêşa Tirkiyê di opêresiyona Çiqlê Zeytûnê de bikin.

Ajansa Anadolê jî di nûşeyek xwe de belavkiribû ku li 90 hezar mizgeftên Tirkiyê duaa û lavij ji artêşa Tirkiyê re hatine kirin da ku opêresiyona artêşê li dijî Efrînê bi serkeve.

Ajansê lê zêde kiribû ku limêjkara sûretê El-Fetih xwendibûn û li ber geriyabûn ku artêşa Trikiyê bi serkeve.

"Zelal e ku veqetandina xwendina sûretê El-Fetih ji Quranê li 90 hezar mizgeftên Tirkiyê, nîşanekê dide ku artêşa Trikiyê diçe Efrînê ji  bo ku şerê kafiran bike û herweha binavkirina mektebên olî yên ku li Efrîn tê vekirin bi navên Fetih El-Mûbîn, berdewamiya siyaseta Tirkiyê ye, ji ber  ku ew dibîne ku kurd kafir in, û bi vê yekê kuştin, talakirin mal û milkên wan li xwe helal dike", li gor ku rojnamevan Ehmed Qitmê ji BasNewsê re dibêje.

Ehmed Qitmê rojnamevanek ji kurdên êzdî ye  û di şerê li ser Efrînê de beşdar bû, bi êş nûçeyê devera xwe dişopîne.

Qitmê di baweriyê de ku giyanê xelkên Efrînê bi netewperweriyê dagirtiye û vekirina van mektebên olî nikare civaka deverê derbas ke û tê de ramênên tundrew biçîne.

Qitmê berdewam dike û dibêje: niha xelkên Efrînê di destên dagîrkeriya Tirkiyê û milîsên Îslamî yên bi ser ve de, dîl e lê ev rewş demkî ye. Tivaran ev kesên kafirdar û cîhadîst dê nikaribin civaka deverê qulbikin.

Ehmed Qitê berdewam dike û dibêje: “Dagîrkeriya Tirkiyê dixwaze di riya vekirina van mekteban re, rêklamê ji rêxistin û komlên Turkmenan bike, ewên ku bi bi piştgirî û destekdayîna Istixbaratê Tirkiyê çêbûne û di riya Ola Îslamî re dixwaze derbasî nava şêniyan bin.

Hêjayî destnîşankirinê ye Ebidlrehman Mistefa, Serokê Hemahengiya Opozîsiyona Sûriyê, kesekî Turkmenî ye û di heman demê de Serokê Encûmena Turkemenên Sûriyê ye, ango ev encûmen nexşeyek ji niştiman Turkmenan re nîgar kiriye û tê piraniya deverên Rojavayê Kurdistanê hembêz dike û herwisa Başûrê Kuridistanê jî di wê nexşeyê de weke welatê Turkmenan tê hesibandin.

Li aliyê din Dezgeha Karûbarên Olî  ya Tirkiyê (Diyanet) li 13ê Îlona bihûrî, di rapoteke  xwe de belavkiribû û tê de Ii ser çalakiyên xwe sekinîbû, tê hat eşkerekirin ku li deverên Mertala Feratê û Çiqlê Zeytûnê bi sedan ji bajarok û gundan b awayekî yekser xistine bin destên desthilatên Tirkiyê û lê mizgeft û mektebên olî amade dikin.

{YouTube}https://www.youtube.com/watch?v=mxxgF_6K-MA{/YouTube}
Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved