Efrîn - Muxtarê gundekî Efrînê hat girtin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn - Muxtarê gundekî Efrînê hat girtin

BasNews - Hêzek ji artêşa Tirkiyê, li sibeha Îro bi ser gundê Kerrê yê navçeya Bilbilê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê de çû, û muxtarê gund girt.

Jêderekî xwecihî ji BasNewsê re got ku sernazên Tirk bi erebeyeke leşkerî derbasî nav gundê Kerrê bûn, û muxtarê gund, Sellah Betal destgîr kir, bê ku sedem were xuyakirin.

Herweha heman jêderî lê zêde kir û got ku serbazên Tirk, piştî giritina muxtarê gund, berê xwe dan gundê Qotan û li ji pêş nanpêjgehê 7 welatiyê din ên gundê Kerrê girtin.

Ji nav girtiyan ev nav hatine naskirin, Nîdal Sîdo, Reşîd Sîdo û Cemîl Sîdo.-

Têbibîrxistin ku di demeke berê de Selah Betal ji aliyê çekdarên girûpa Sultan Mûrad ve hatibû girtin û pişît çend rojan hatibû serbestkirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved