Efrîn – Li navçeya Şiyê milîşeyan 4 kurd revandin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn – Li navçeya Şiyê milîşeyan 4 kurd revandin

BasNews - Çekdarên bi ser Tirkiyê, binpêkirin û destdirêjiyan li ser xelkên devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Îro li navçeya Şiyê 4 hemwelatiyên kurd hatin revandin.

Jêderek xwecihî îro ji BasNewsê re got ku çekdarên girûpa Sultan Silmêna Şah li gundê Çeqela yê navîn ku bi ser navçeya Şiyê ve ye, çar welatiyên kurd revandin û berên wan dan cihekî ne diyar.

Li gor wî jîderî, navên kesên hatine revandin ev in: Mezlûm Bedo, Mihemed Cumiye, Mihemed Hemzarge û Ebdo Elî. Ji alîkî din ve, girûpa Silêman Şah ya li ku navçeyê desthilatdar e, bacên giran li xelkên kurd disepîne. Jêderên taybet ji BasNewsê re tekezkirin ku girûpa Silêman Şah(Emşat) bacên giran bi qîmeta 50-200 lîreyên Sûrî li şêniyên bagarokê Şiyê disepîne.

Li gor agahiyên taybet, ji rêjeya 1000 malê Şiyê, li dor 750 malbatên kurd vegerîne ser malên xwe, lê di malên mayî de çekdar û koçberên ereb di malên koçkiriyên bajarokî de bi cih û war bûne. Di heman warî de, encûmena xwecihî û çekdaran ve, xelkên bajarokê Şiyê mecbûrî derxistina kîmlikan (kertên naskirinê) dikin tevî ku bi hemiyan re kaxezên fermî yên Sûriyê bi wan re hene. Ev gava rabûrî di bin gefa bêparkirina ji ketin û derketina ji bajarokê Şiyê tên kirin. tê zanîn ku rewşa sîvîlan li navçeya Şiyê, ji ber gurbûna lêtengkirin, binpêkirinan gelek zehmet bûye, li gor hin çavdêran ev tişt bi merema derkirin û koçkirina kurdan tên meşandin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved