TAYBET - Çekdaran li Efrînê Mezelê Avgirê herifandin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

TAYBET - Çekdaran li Efrînê Mezelê Avgirê herifandin

BasNews- Milîsên Artêşa Azad yên bi ser dewleta Tirkiyê li devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê qebreke kurdên Elewî li navçeya Mabeta herifandin û bi mebesta derxistina zêr û keresteyên tarîxî ew qebra kolan.

Li gor çalakvanên xwecihî li ser torên ciavkî belavkirine, girûpeka çekdar a bi ser Tirkiyê, li vê dawiyê mezelê Avgîrê( Berbe Êşê) yê ku di navbera gundên Qenterê û Mabeta de dikeve, bi mebesta lêger li zêr û gewheran, kolandine û harifandine,

Mezelê Avgîrê li ba kurdên Elewî, cihê tebarek û pîroziyê ye û herifandina wê bûye cihê nerazîbûna çalakvanan, ango di riya rûpela medya civakî gund re, bangewazî li rêxistinên pêwendîdar kirin, da ku destêwerdanê ji  bo parastina kelepûra deverê yê olî û şûnwarî bikin.

 Mezelê Avgîrê, cihekî şûnwarî ye kevin e, û dîroka wî vedigere bêtirî 500 salên berê, ango cihê qebrê li bakur-rojavayê Mabeta dikeve û lê kêlek wê kaniyek avê û dareke temendirêj heye.

Tê destnîşankirin ku piraniya qebrên olî yê Elewî, êzdî û misilmanan li ser destê milîsên bi ser Tirkiyê ve rastî xerabkirin, kolandin û talanê hatine.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved