Cebhet El-nusra riyên di navbera Idlib û Efrînê de girtin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Cebhet El-nusra riyên di navbera Idlib û Efrînê de girtin

Bahoz Gênco

BasNews - Ev bû sê roj in ku rêxistina Cebhet El-Nusra riyên di navbera parêzgeha Idlibê û devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de girtine û liv û tevgera hatûçûnê li ber sîvîl û erebeyan girtine û ta niha jî girtina riyan berdewam e.

Li gor jêderên xwecihî ji BasNewsê re dane xuyakirin ku Nusreyê riya di navbera Darizê û gundê xezêwiyê yê navçeya Şêrewa de, bi behaneya metirsiyên ewlehiyê, bi komên axê girtiye û nahêle kesek tê re biçe û bê.

Herweha wî jîderî got ku riya gundê Dêrbelûtê yê Cindirêsê bi bajarokê Etmê re jî ji aliyê artêşa Tirkiyê hatiye girtin û çûnûhatin hatiye qedexekirin bê sedem were eşkerekirin.

Heftiya borî jî, Nusreyê bi behaneya hebûna pêdiviyên ewlehî ew rê li ber welatiyan girtibûn, lê ji rewşên awarte re, rê vedikirin.

Tê zanîn ku Nusreyê gundewarê rojavayê helebê û Idlibê kontrol kirin û jê milîsên opozîsiyona sûrî ber ve devera Efrînê, biderkirin.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved