Li Efrînê Çekdaran hejmarek welatiyên kurd şelandin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Efrînê Çekdaran hejmarek welatiyên kurd şelandin

BasNews- Milîsên grûba Feyleq El-şam ya bi ser Tirkiyê ve, îro, hejmarek ji welatoyên kurd li navçeya Bilbilê şelandin û erebeya wan desteserkirin.

Li gor çavkaniyên taybet ên BasNewsê, girûbeke çekdar a sernixumandî li çarerêya gundê Qêsim welatiyên bi navên( Mihemed Selah, Mihemed Sîdo, Miehemed Îbrahîm û Dawûd Îbiş) sekinandin û pişt re ew birin cihekî, destên wan girêdan, çavên wan girtin, berîkên wan tevdan û li dor 500 hezar lîreyên Sûrî û mobaylan birin û pişt re dest danîn ser erebeya wan û bazdan û ew jî li şûn xwe hêştin.

Li gor heman çavkaniyan, berên wan qurbaniyan li bazara bajarokê Reco bû, da ku pêdiviyên sersaxiyê dabîn bikin, ango berî bi du rojan bavê Mihemed Selah wefat kiribû û diçû Reco da ku pêdiviyan bîne û ewên din li ser pê re derketibûn û rastî talana çekdaran hatin.

Tê zanîn li ser rêya di navbera Reco û Kotana de, gelek bûyerên mînak ji şelandin û desteserkirinê qewimîne.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved