Efrîn- Çekdarên Zengî 3 mal li gundê Kêla talan kirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn- Çekdarên Zengî 3 mal li gundê Kêla talan kirin

BasNews - Çekdarên girûba Nûredîn Zengî yak u li ser destên Bereya El-Nusreyê ji gundewarê Helebê hatibûn derxistin, li gundê Kêla yê devera Efrîna Rojavayê Kurdistanê, li evara roja yekşemê, 3 malên gund talankirin.

Jêderên xwecihî ji BasNewsê re gotin ku li dor 140 çekdarên tevgera Nûredîn Zengî, li gundê Kêla yê navçeya Bilbilê hatine bi cîkirin, lê hin çekdaran ji wan dest bi dizî û şelandina xelkên gund kirine.

Li gor wan jêderan, ta niha 3 mal, di bin gefa kuştina li ber çavên xwediyan, hatin talankirin û ji kal û pîrekî pere û zêr şalandine.

Wan jêderan tekezkirin ku heya derengya şevê karên dizîn û şelandin berdewam in û nexwasim li taxa jêrîn ji gund.

Tl zanîn ku ji ber şerê di navbera Nusreyê û milîsên bereya Niştimanî, li gundewarê Helebê û parêzgeha Idlibê bi hezar ji çekdarên Zengî, Ehrara El-Şam, Siqûr El-Şam û Ceyş El -Ehrar, dest ji deverên xwe berdan û hatin devera Efrînê bicîbûn.

Gelek çekdarên guruba Nûredîn Zengî tirkmen in û bi ser Tirkiyê ve ne.    

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved