Mihemed Hesnanî
BasNews – Navenda Barzan a jîngeparêzî û çiyakêşiyê, di geşteke pêkvejiyanê de çiyakêşên ‘’Hindîstan, Pakistan, Îran û Sûriyê û ereb û kurdên Iraqê komkire gel yek û geşteke çiyakêşiyê bo ser çiyayê Hesen Beg a devera Soranê pêkanî.
Serokê navenda Barzan a jîngeparêzî û çiyakêşiyê Enwer Dolemerî ji BasNewsê re ragehand, di berdewam a kar û çalakî û geştên çiyakêşiyê de, me geştekî yek rojî ya ser çiyayê Hesen Beg a devera Soranê rêkxist û bi keyfxweşî ve çiyakêşên Hindîstan, Pakistan, Îran û Sûriyê û li gel ereb û kurd ên Iraqê jî beşdar bûn û geşta me bi serkeftî bi dawî bû.’’
Herwaha got, me hewldaye ku di geştên xwe yên çiyakêşî de hemû pêkhate, netew, ol û kêmîneyan em kombikin, ji ber peyama me pêkvejiyane û emê berdewam jî bibin.’’