TAYBET - Demografiya Efrînê tê guhertin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

TAYBET - Demografiya Efrînê tê guhertin

Metirsiyeke nû li Efrînê

BasNews -Di encama şerê di navbera Bereya El-Nusra û çekdarên Bereya Niştimanî, çekdarên El Nûsra ligel malbatên xwe derbasî devera Efrînê ya Rojavayî Kurdistanê dibin. Herwiha metirsî liser guherîna demografiya Efrînê heye.

Li gor ku jêderin xwecihê ji BasNewsê re dane xuyakirin ku çekdarên opozîsiyona Sûriyê yên îslamîst ji parêzgeha Idlib, gundewarên Hema û Laziqiyê berên xwe dane deverê û bi taybetî li navçeya Cindirêsê, ango bêtir 4000  ji çekdar û malbatên xwe ve, li Cindirês û gundên wê û herweha li gundên navçeya Reco û Bibilê jî, di malên koçberên Efrînê hatine bi cîkirin.

Li gor pêşkevtinên meydanî, tê pêşbînkirin ku li gor rêkeftina di navbera Nusreyê û Tevgera Ehrar El-şam a Îslamî de hatiye îmzekirin, li dor du hezar çekdar tev malbatên ji deşta Xabê û Çiyayê Şehşebo, li devera Efrînê werin bicîkirin.

Çalakvaên Efrînê, ku ev lîskek e û ji aliyê dewleta Tirkiyê ve tê meşandin da ku demogrrafiya deverê bi awayekê berferhtir bide guhertin, di dema bi sed hezaren ji xelkên Efrînê ku li kamp û bajarokên devera Şehbayê û herweha li devera Rojhilatê Feratê, koçber in û nikarin vegerin ser mal û milkên xwe.      


 

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved