Efrîn- Çekdaran destdirêjî li xelkên gundê Qirigolê kirin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Efrîn- Çekdaran destdirêjî li xelkên gundê Qirigolê kirin

BasNews- Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, xelkên gundê Qirigolê yê devera Efrînê li Rojavayê Kurdistanê, li nav meydana gund komkirin û destdirêjî li wan kirin.

Li gor jêderên xwecihî ji BasNewsê re eşkere kirin ku girûpa bi navê Lîwaya Fatih, ku piarniya çekdarên wê Tirkmenin, xelkên gundê Qirigolê yê navçeya Bilbilê, li meydana gund komkirin û ji wan xwestin ku berhemên zeytûnan ên koçberên gund radestî wan bikin, lê hin xelkên gund redkirin, dema xelkê daxwaza çekdaran qebûl nekirin ji aliyê wan ve hatin îşkencekirin û li wan xistin.

Li gor wan jêderan, xelkên gund ji bo çinîna zeytûnên koçberan destûrname ji encûmena xwecihî ya navçeyê anîne, lê wan çekdaran lê mukur dernetine û li ser birina hemî berhemên zeytûnan rijd bradestî bû, tevî wê yekê jî çekdaran ji her malbatekê daxwaza 5 tenekên zeytê kirin.

Herweha li gor heman jêdaran, çekdaran 6 welatiyên wî gundî girtin, ji wan 4 kes berdan lê heta niha her yek ji Qenber Mecîd Elî û Nîdal hemo di girtingehê de ne û têne îşkence kirin.

Tê zanîn ku werzê zeytûnan bi awayekî berferh, li ser destên çekdarên odeya çiqê Zeytûnan li ber çavên serbazên Tirk, têne talan, dizîn û desteserkirin. 

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved