Çekdaran hejmarek welatiyên Efrînê girtin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Çekdaran hejmarek welatiyên Efrînê girtin

BasNews - Polîsên leşkerî yên Artêşa Azad yên bi ser Tirkiyê ve, îro, hejmarek ji hemwelatiyên kurd li gundewarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê revandin.

Herwiha ji aleyê din ve, Bereya El-Nusra hin girtiyên kurd li Idilbê serbestkirin.

Jêderekî xwecihî li gundewarê Efrînê ji BasNewsê re got ku polîsên leşkerî yên bi ser Turkiyê ve çar welatiyên kurd li navenda bajarê Cindirêsê ya devera Efrînê girtin, bê ku sedema girtnê were eşkerekirn.

Wî jîderî diyar kir ku Mihemed Ezîz Hebeşê 60 salî, Mihemed Rişo û herdû kurên wî yên bi navê Pêşeng û Şêrgo ji malên wan ji aliyê polîsên leşkerî ve hatin revandin.

Li heman navçeyê, du welatiyên din li gundê Kefersefrê ji aliyê polîsên leûkerî ve, bi tewambariya endamtiya wan di nav YPGê de hatin revandin.

Li gor jêderên BasNewsê, navên girtiyên gundê Kefersefrê( Nebîh Mûrad û Xelîl Mûrad)in.

Ji alîkî din ve, Bereya El-Nusra, 30-40 welatiyên kurd, ku ji aliyên tevgera Nûredîn Zengî ve, li Efrînê hatibûn revandin, serbestkirin.

Tê zanîn ku Nusreyê, di demên dawî de, piştî pevçûnên tund li gel girûpa Zengî, hejmarek ji bajar û gundên gundewarê Helebê, kontirolkirin û dest danîn ser baregeh, gencîne û girtîgehên Zengî ku eşkere bû Zengî jî mîna girûpên Şiqla Zeytûnê karên revandin û dizîna mal û milkên xekên deverê Efrînê dikir. 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved