Taybet - Artêşa Tirkiyê hin bingehên leşkerî li Efrînê vala dike
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Taybet - Artêşa Tirkiyê hin bingehên leşkerî li Efrînê vala dike

BasNews - Artêşa Trkiyê, li vê dawiyê, hin bingehên xwe yên leşkerî li devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê valakirin û bi cî hiştin.

Jîderên xwecihî ji BasNewsê re tekezkirin ku serbazên tirk, sê bihgehên leşkerî li herdû navçeyên Reco û Bilibilê valakirin û li şûn xwe hêştin, ango ew bingeh li ser çiyayên Cirqa û Hawarê, li derdora gundên Cirqa, Şêx û Çiyê dikevin û bi dirêjiya mehên bihûrî serbazên Tirk nedihêştin ku xelkên gundan vegerin ser malên xwe.

Herweha wan jêderan gotin ku j ibo avakrina wan bingehan, artêşa Tirkiyê bi sedan ji darên zeytûnê yên gundiyan hilkirine û li şûnê bingeh û tûnêl avakirine.

Têz zanîn ku artêşa Tirkiyê û herweha çekdarên opozîsiyona Sûriyê, hejmarek ji gund, dibistan û xaniyên welatiyan ji xwe re li deverê kirine baregeh û navedên leşkerî.     

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved