Çekdaran xortekî Efrînê di zindanê de kuştin
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

 Çekdaran xortekî Efrînê di zindanê de kuştin

BasNews - Piştî derbasbûna bêtirî şeş mehan ji girtina xortekî kurd di zindanên girûpeke çekdar a bi bi ser Tirkiyê ve îro kesûkarên wî, hatin agahdarkirin ku wî jiyana xwe ji dest daye.

Li gor jêderekî ji BasNewsê re eşkere kiriye ku ciwanê 23ê salî, Mihemed Emîn Hesen ku ji xelkên gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê ye, di girtingeha girûpa Hemzat li gundê Basûtê, di bin êşkencê de hatiye kuştin û îro kesûkarên wî, hatine agahdarkirin.

Mihemed Hesen, bi navê Birîm jî tê naskirin, berî were girtin bi nexweşiya lawazbûna hestiyan bû, lê tevî wê çekdarên wê girûpê ew dane ber lêdan û êşkencekirinê û di encamê de koça dawî kiriye.

Li gor heman jêderî, termê Mihemed nehatiye radestkirin û tê bawerkirin ku ji zû de hatibe kuştin û binaxkirin.

Tê zanîn ku bi hezaran ji welatiyên kurd ji devera Efrînê hatine girtin û heya niha çarenivîsa wan ne diyar e, û ti şiyan û hewildan jî ji aliyên rêxistinên mafnas û mirovî seredana girtîgehên milîsên bi ser Tirkiyê ve nekirine. 

 

 

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved