Çekdaran kalekî Efrînê şelandin!
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Çekdaran kalekî Efrînê şelandin!

Bahoz Gênco

BasNews - Çekdarên opozîsiyona sûrî yên bi ser Tirkiyê ve, binpêkirinan li dijî xelkên devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Jêderekî xwecihî ji navenda bajarê Efrînê Ji BasNews re eşkere kir ku girûpeke çekdar a bi ser Tirkiyê ve, deriyê mala kalemêrê heftê salî, Welîd Îdo ku xelkên gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê ye, şikandin û di bin gefa kuştinê de, 30 hezar L.S li gel du telefonan, ew şelandin.

Welîd Îdo û hevjîna xwe bi tenê li nêzîkî devera pîşezaiyê ya taxa Eşrefiyê, rûdinin.

Di warekî dîtir de, artêşa Tirkiyê, binkeyeke xwe ya leşkerî li gundewarê Efrînê vala kir û bi cî hêşt.

Li gor agahiyên gihîştine BasNewsê, artêşa Tirkiyê bingeheke leşkerî li ser Çiyayê Cirqa yê ku li navçeya Bilbilê dikeve ava kiribû, lê di van rojên dawî de, hin şêniyên deverê gotin ku serbazên Tirk ew binke vala kirin, tiştên mayî şewitandin û pişt re, jê derketin.

Herweha wan şêniyan tekez kirin ku, artêşa Tirk li dor 300 darên zeytûnê li cihê binkeyê hilkiribûn û hejmareki ji tûnêlan jî lê avakiribûn.

Tê zanîn ku artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser ve, hin gundên deverê ji xwe re kirine baregehên leşkerî û ta niha nehêştiye xelkên wan gundan vegerin malên xwe mîna  Gundê Gazê-Hesendêra , Beirava, Dêwrîş, Çiyê Û Elemdara.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved