Herman Xalîd
BasNews – Rêxistinên jinan serxweşî bo wê jina li bajarokê Çemçemalê danîn, ku ji ber pirsgirêka wê jinê û hevjînê xwe şewitî û jiyana xwe ji dest da.
Sêwan Qadir ku beşek piraniya bedena wê şewitîbû, roja 24.12.2018ê li nexwaşxaneyê, ji ber zêdebûna rêjeya şewata bedena wê jiyana xwe ji dest da.
Îro 26.12.2018ê demjimêr 14 û 16:00ê Tora Rêxistinên Jinên Kurdistanê serxweşiyê bo Sêwan Qadir datîne û heman rêxistinê ragehand: ‘’Hatina we hemwelatiyan nîşana rêz e bo ruhê Sêwan û 3 cîgerên wê.’’
Serxweşî li salona Yekitiya Afretên Kurdistanê ya li şeqama Qazî li taxa Azadî ya Hewlêrê birêve diçe.
Roja 16.12.2018ê mala Sêwan Qadir şewitî û ji ber wê jî sê zarokên wê jiyana xwe ji dest dan. Sêwan jî berî jiyana xwe ji dest bide hevjînê xwe bi şewitandina wê û sê zarokên wê tometbar kir.