BasNews – Lîstokvanekî futbolê yê xelkê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê bo tîma mîlî ya Swêdê hate vexwandin. Berî naha tîma mîlî ya Îranê heman lîstokvan vexwandibû lê ew beşdarî tîma mîlî ya Îranê nebibû.
Lîstokvanê futbolê yê kurd Dalaho Îrandost yê dayîkbûyê 1996ê, ku bavê wî xelkê bajarê Pave yê ser bi Kirmaşanê ye û dayîka wî jî xelkê Qesrî Şirîn e û naha di tîma mîlî ya Swêdê de dilîze û berî naha jî di tîma bin 19 salî ya Swêdê de dilîst.
Lîstokvanê kurd zimanê kurdî, Swêdî û Îngîlîzî dizane û li naverastê dilîze û bejna wî 185 santî metre ye û wek yek ji lîstikvanê futbolê yê herî baş ê pêşerojê yê Swêdê tê pênase kirin. Herwaha malpera fermî ya federasyona futbola Swêdê wek lîstokvanekî hêja wî pênase dike.
Tîma BK Hacken a Swêdê, ku Dalaho Îrandost di wê tîmê de dilîze, yek ji tîmên herî bihêz ê Swêdê ye.