Mihemed Hesnanî
BasNews – Li devera Barzanî geştekî çiyakêşiya pêkvejiyanê pêkhat û çiyakêşên Kurdistanê, Îranê, Hollandayê û bajarê Besra ya başûrê Iraqê beşdarî di wê geştê de kirin.
Serokê navenda Barzanê yê çiyakêşî û jînge parêziyê Enwer Dolemerî ji BasNewsê re ragehand, wek her car devera Barzanê cîhê pêkve jiyanê bûye û me kariye bi rêya vê navendê ve bala çiyakêşên Kurdistanê û bajarên Iraqê û dervey welat bikşînin ku berê xwe bidin devera Barzanê û di vê xwezaya xweşik û dil vedike de geştên çiyakêşî pêkbînin û demek xweş derbas bikin.’’
Herwaha got: ‘’Di wan du rojên borî de geştekî çiyakêşiyê bo geliyê Dalaş û gundê Îsomera pêkhat û bi beşdariya çiyakêşên bajarê Besra ya başûrê Iraqê û çiyakêşên welatên Îran û Hollanda û bajarên Kurdistanê, bi taybet jî endamên gruba ‘’Gul’’ li devera Barzanê pêkhat.
Navborî got, destxweşî li hemû wan kesan em dikin, ku alîkarê me bûn di pêkanîna vê geştê de, bi taybet jî hêzên ewlehiyê û rêveberiya deverê ya bi giştî.