BasNews - Wesayîteke bombekirî, li navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, teqiya û di encamê hejmarek ji kuştî û birîndarn çêbûn.
Jêderekî xwecihê ji BasNewsê re got ku li êvara îro, roja pêncşemê, motosîkleke bombekirî li derdora nanpêjgeha Ebû Îmad li ser riya Reco, li naveda bajêr, teqiya di encamê de 3 kes hatin kuştin û hejmareke din birîndar bûn û di nav wan de hin çekdar hene.
Wî jêderî tekez kir ku şeş kuştî di nav kesên sîvîl û milîsên bi ser Trkiyê ve hene û herweha hejmarek din ji birîndaran hene, ango di heman demê de, çekdaran gule bi ezmanê bajêr de berdan û rê li nav bajêr girtin.
Tê zanîn ku li deverên mertala Feratê û Şiqla Zeytûnê bi awayekê rojane teqîn diqewimin ku piraniya wan girûpên çekdar hesaban di nav xwe safî dikin.
Di mijareke dîtir de, wezareta berevaniya Tirkiyeyê, îro, ragihand ku serbazekî tirk li devera Efrînê bi guleyên YPGê hatiye kuştin û ew ji aliyê bajarê Til Rifetê ve hatiye avêtin, û piştî wê topxaneya Tirkiyê ji gundê Kîmar û Beradê de herdê gundên Soxanekê Bênê yên navçeya Şêrew topbaran kir û di encamê de çer kesên sîvîl birîndar bû û hejmarek ji xaniyan herifîn.