BasNews - Li gor agahiyên taybet ku BasNewsê bi destxistine, milîsên bi ser Tirkiyê ve, du girên çûnwarî li gundewarê devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bi alavên giran, bi merema gera li gewheran, kolandin û wêran kirin.
Jêderên taybet ji navçeya Şera ya Efrînê tekezkirin ku çekdarên girûpa Siqûr El-Şam bi fermandariya Hesen Xeyriyê yê ser gundê Gemrûkê kontirol dike, di demeke berê de, bi girê Tilê Bîrê û girê Ebûşê yê dîrokî, bi Tirek û bildozeran wêrankirine da ku jê perçeyên şûnwarî derxin û bidizin.
Herwisa wan jêderan tekez kirin ku girûpa navbûrî di bin çavên artêşa Tirkiyê de, bi dirêjiya 25 rojan li ser herdû giran karên kolandin û xerabkirinê kirine û bîra Romanî ku li ber wî girî bû jinavbirine.
Di vî warî, milîsên bi ser Tirkiyê ve, li derdora Kela Nebî Hûrî karên kolandinê bi bildozeran kirine da ku gewherên dîrokî ji bin axa deverê derxin û bidizin.
Ji alîkî din ve, çalakvanên Efrînê, li ser torên civakî, girtevîdeoyek bi berferehî belav kirin, ango tê xuya dike ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li goristana gundê Qurbê yê navçeya Cindirêsê kêlên gorên miriyên gund şikandine û goristan bi temamî wêrankirine.
Li gor çalakvanên Efrînê sedema wêrankirina goristanên deverê ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve, vedigere tundrewiya wan a olî, ango li gor wan divê kêl li ser gora netên çêkirin û divê bi erdê ve rast bin û wenda bibin, lê hinekên dî dibînin ku ew çekdar şovenîst in û dixwazin tolê ji gorên miriyan hildin ji ber ku li ser kêlan bi zimanê kurdî, çend hevok hatine nivîsandin.
Lê, li gor hin çavdêrên xwecihî, destdirêjî û binpêkirina hurmeta goristanan û zêdegaviyên li ser şûnwarên dîrokî li deverê ji aliyên çekdarên îslamîst ve, di çarçova siyaseteke sîstêmatîk û pilankirî tê, armanc jê ew e ku hizra komî ya kurdên deverê were tunekirin da ku rûyê şaristanî û demogirafî ya devera Efrînê ji binî de were guhertin û jibîrkirin.