Bahoz Gênco
BasNews - Li nexwaşxaneyên bajarê Helebê, mirina du zaroka bi nexweşiya Infilonza berazan, hate tomarkirin.
Jêderekî bijîşkî li Helebê, ji BasNewsê re tekez kir ku du zarokên sûrî, li nexwaşxaneyên bajarê Helebê, di encama pêketina bi nexweşiya Infilonza Berazan, ya ku bi H1Ni tê naskirina, jiyana xwe ji dest dan.
Wî jêderî baweriya xwe anî zimên ku niha rewş di bin kontirolê de nîne û pêşbîn e ku ev nexweşî berferhtir nebe.
Ji aliyê xwe de, rojnameya Weten a nêzîkî rêjîma sûrî di kopiya xwe de da nîşankirin ku ev nexweşî di hefteya bihûrî de, li bajêr balavbûye, lê awayên jêparastinê divê bi belavkirina têgihîştinê be, herwisa wê got ku dermanên vê nexweşiyê li hemî nexwaşxaneyên bajêr hene û bê père tê dabîn kirin.
Tê zanîn ku nexweşiya H1N1, yek ji nexweşiyên henaseyê ye, ji vîrûsên Infilonza peyda dibe û nîşanên wê weke nexweşiya sermê ne, mîna germbûn, kuxik, hilgirtina gewriyê, herikîn û girtina poz, navçûn, ji hişçûn HWD