BasNews - Li devera Şehbayê ya Rojavayê Kurdistanê, îro, mayînek ji bermayên rêxistina DAIŞê bi du zarokên kurd de teqiya, yek ji wan canê xwe ji dest da.
Jêderekî xwecihî ji BasNewsê re tekez kir ku, îro, du zarokên kurd ji koçberên Efrînê, li dor mala xwe, li gundê Ehdas, ku girêdayî devera Şehbayê ye, dilîstin, lê mayînek ji bermayên rêxistina DAIŞê bi wan de teqiya.
Li gor agahiyan di encamê de zarokê bi navê Rodî Reşîd ku 13 salî ye û ji xelkên gundê Senarê ye, mir û zarokê bi navê Îbiş Elî, 16 salî ye, bi giranî birîndar bû û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Tê zanîn ku ji dema koçkirina xelkên Efrînê, li ser destên artêşa Tirk û milîsên bi ser ve, bo deverên Şehbayê, li gundewarê Helebê, bêtirî 60 kesî di encama teqîna mayînan de, canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.