BasNews – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir, aşkere kir ku bi danîne çend amarên baştir ê tendurustiyê proseya çareserkirina nexweşiya şêrpenceyê dihête baştirkirin.
Îro êvarê 01.12. 2018an Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir, derbarê proseya çareseriya nexweşiya şêrpenceyê zanyarî dan BasNewsê û aşkere kir ku amara lînyak a bo tedawiya nexweşên şêrpenceyê dihête bikaranîn li nexweşxaneyan dana ye. Herwisa aşkere kir ku jiber hejmara amarên lînyakê kêm in û ew jî kêşeyeke û di demeke nêz de wê hejmara amarên lînyakê bihêne zêdetirkirin.
Dr. Xalis da zanîn ku di sala 2018an de heta aniha 40 hezar û 808 kesên tûşî nexweşiya şêrpenceyê bûne û ew kes tedawiya pêwîst werdigrin.