Hamid Omeri
“Malê firotanê. Papika pitikê. Neketiye ling” Belkî bawerî pê neyê lê ev çîrokeke mînîmal e û hew ji şeş peyvan pêk tê. Çîroka herî mînîmal a E. Hemingway e. Tê gotin ku xwedêgiravî Hemingway herî bêtir ji vê çîroka xwe hez kiriye. Di vê çîrokê de gotina herî bi te’sîr nûcedîbûna papikê ye. Pê pênebûye û neketiye lingê pitikê. Necip Tosun dibêje “Çîroka kurt xwe li gotina dawî girêdide. Çavê vegotinê li fînalê ye.” Ev qenaet dîtina meriv ya li ser çîroka Hemingway serwext dike. Di çîrokê de eger em behsa mînîmalîzmê bikin fikra min nêzî nêrîna nivîskarê Tirk ê navdar Ferît Edgu ye. Edgu di nivîsareke xwe ya bi sernavê “Çîrokên Pirr Kurt.. Çîrçîrok”ê de wiha pê de diçe: Di zimanê me de çîroka kurt çi ta’rif dike? Bi texmîna min çu tiştî! Çimkî dev ji dereceye dirêjbûna çîrokê berdin, em çîroknûs bixwe jî nizanin gelo divê çîroka kurt çiqas kurt be ya jî çîroka dirêj divê çiqas dirêj be!”
Di çîrokên mînîmal de dem, mekan û karakter tepisandî û asêkirî ne. Ne weke lawaziyekê ye ev xuyabûn belaeksê wê ew jî xwediyê şert û xusûsiyetên çîrokên dirêj in lê belê kod û gulokên wê cuda nin. Di mînîmalîzmê de wekî şerhdayîn û şirovekirinê heqdayîn, dordayîna gotinê heye. Piştî nivîskar, metn an jî kitêb û piştî metnê jî xwendekar gotinê digre ser milê xwe. Gotin bivê nevê tê digihîje xwendekar. Piştî xwendinê xwendekar li cem xwe şerha xwe li gotinê dike. Gotin, hindik û kûrkirî ye. Ne şibandineke xerîb be eger bi amûrên biçûk û têrwate, bikeyskirin û dîzaynkirina mekan/rûpelê ye. Bisexbêrî sazkirina hevokê ye. Taybetiyên sereke yên çîrokên mînîmal kinbûna wan, surprîzên di dawiya wan de veşarî û zimanê wan ê resen e.
Bi vê nêzîkpêbûyînê di Rû û Kûr a Alî Duran Topuz de du xal li pêş in. Zimanê berhemê yê resen û taybetû çîrok-meselokên kurt. Kûrbûna çîrokan axleb di gotina dawî di hevoka dawî de ye. Gelek dawînk di nava dunikê de nivîsandî ne û ji vir jî diyar e ku “întîhal” gotineke tahl, hestiyar û qerrase ye! Derdê nivîskar diyar e ku ne estetîzekirina gotinê ye. Walter J. Ong, dibêje “Ji bo peresan û tekamula hiş û şiûrê him çanda devkî him jî ew xwendewariya ji çanda devkî dinizile lazime.”
Ji bilî zimanê çîrokê derdekî nivîskar yê minîmalîzekirina çîrokan bi raya min çênebûye.Ne gotineke ji serê xwe zêde be eger Topuz, bi zimanekê ku hew yê xeberdanê ye cûretekê nîşan daye. Pascale Casanova, di “Komara Edebî Ya Dinê” de behsa vê cûretê dike. Jê vê re dibêje “Zimanê gel yê pênivîsînlêqedexekirî”. Bi vê awirê dikarim bibêjim ku ya “Rû û Kûr”ê nû û nûjen dike ne stîla wê ye. Eger em zorê bidin xwe û ji bo vê berhemê li nûbûn û nûjentiyekê bigerin em dikarin berbiçavbûna/berbiçavkirina wê û zimanê wê yê “resen/orîjînal” û ‘nepejirandî’(!) nîşan bidin. Bi vê minasebetê Rû û Kûr bi rûyê xwe nû bi çîrok û meselokên xwe kevn û kûr e. Zimanê pejirandî bi awayekî zimanê standerdebûyî ye ku ji bo edebiyata bi kurmancî jî êdî hinekî rê û qam daye xwe. Di vê berhemê de bo edebiyatê ger û geşta li stîleke nû zehmet e lê taybetiyeke wê heye û ew jî bi devokeke taybet ya kurmancîyêbi derengî be jî gihandina qêrîna Qoçgiriyê ye.
Rû û Kûr, çi bi tevna xwe çi bi stîla xwe ji bo edebiyata bi kurmancî ne “rêyeke nû” be jî ji bo xwendekarê edebiyatêdîtin û kişifkirina sindoqeke taybet e. Di vê sindoqê/xeznê de ducewherdarîçav in:
Xwendekar û derdora cimaeta edebîyatêbi vê berhemê pê hisiya ku Alî Duran Topuz ê navdar bi kurmancî dizane; zanîn ne bes e dikare bi kurmancî binivîse jî. Jixwe bi raya min ya “Rû û Kûr”ê bi gotina klîşe “li kitêbxaneya kurdî” zêde kir ev kêfa hayjêbûna li xisleta nivîskar ya ser nuxumandî (bû)ye. Topuz, di nava cimaeta xwe de navdar e û destpêkirina wî ya nivîsandina bi kurmancî ji bo wî û ji bo cimaeta ew di nav de ye “deriyekê nû” û “rêyeke nû” ye ku bi xêra wî deriyî û wê rêyê ji wê taxê ber bi tax û mala edebiyata kurmanciyê rêyeke nû vedibe! Bi dîtina min Topuz xwedî potansiyeleke kûr û taybet e û xwe li ser xebata kurmanciyê sor kiriye.Bi îhtimaleke mezin di pêşerojê de ji bo edebiyata bi kurmancî dê karibe bibe pace û deriyekê nû. Di pêşerojê de eger ji bo romaneke bi kurmancî “tirs”a xwe bişkêne û ji bo şi’rê jî “qeweta ziman”ê xwe bibîne wê çaxê dikare deriyekê nû û rêyeke nû ji bo edebiyata bi kurmancî vebike.
Ya duduyan Alî Duran Topuz bi zimanekî “nepejirandî” nivîsandiye. Di berhema xwe de kurmanciya Qoçgiriyê ya bêtir bi devkî ya xwe bi stran û kilaman ve zindî hiştiye emilandiye. Zimanê li ser wê xakê yê lidarmayî çiqas ‘kûr’ û dewlemend e helbet mijareke taybet e û karê zimanzanan e lê aşîkar e ku bi vê berhemê em aliyekê din yê kurmanciyê baştir dibînin. Helbet kurmanciyaQoçgiriyê di edebiyatê de xwedî numûne be jî axleb bi vê berhemê bala cimaeta edebiyatê û gelek xwendekaran kişand ku ev jî weke rastiyekê ji bo îro li holê ye.
Niha ya divê ez destnîşan bikim ev e. Gelo di pêşerojê de nivîskar dê bi vê devokê nivîsandina xwe bidomîne û wekî ji “rêya mezin qetiyayî” be “şiverêyekê” ji xwe re çêbike an bi demê re dê xwe bigihîne kurmanciya standard! Eger li ser vê devokê biisrar bisekine û her wekî Casanova behsê dike “xweseriya xwe ya edebî” îlan bike û dîsa bi gotina ku ezê ji Casanova vebiguhêzim “cudatiya devoka xwe darîçavtir bike û wê binepixîne”! dibe ku rê li ber nîqaşên nû jî vebike.
Xusûseke din ya Rû û Kûr ê jî ev e: Ji bo vê berhemê çi tişta weka dewlemendî û nûjeniya wê bê nîşandan ligel wê ew xusûsiyet, bi xwendineke din wekî kêmasî û qusûra wê jî dikare bê nirxandinê. Ji bo vê xusûsê bi dilrihetî meriv dikare zimanê berhemê mînak bide. Taybetîya wê ya sereke ye lê ji bo têgihiştina berhemê benda wê bixwe ye jî. Çimkî di berhemê de li ser navê estetîzekirina ‘gotin’ê hewleke taybet xuya nakelewraweka bi wî zimanê ku hew ew di dest de maye û ji xeberdana li nava civatê neqetiyaye hatiye avakirinê. Bi raya min ya Rû û Kûrêli ber çavê xwendekar ‘şîrîn’ dike jî ev e tahl dike jî ev e.
Destpêka çîrokên wî her wekî çîrokên mînîmal ji nişka ve ne. Mijara meseleyê hahanka vedibe. Destpêkên wan na lê di piraniya çîrokên wî de dawîlêanîn bite’sîr e. Xerîb-biyanbûna gotinê û kûrbûna wê piranî di wan deran de veşarî ye. “Tu jî ji jêw û jêktiyên xwe bipirs. Bila ev jî ji yê xwe bipirs. Helbet royek tê, fama yekî digêşî wê sirra kevn.” (rp.24)
Ji bo piraniya çîrokên Topuz bi hêsanî dikarim bibêjim ku ji estetîk û fîktîfê bêtir ziman li pêş e. Serkeftina wî jî û kêmasiya wî jî di nava heman gulokê de ye. Ew gulok jî ziman e. Birêsî xwe kûr dike vebikî wekî mijar xwe kevn dike. Kevnbûna mijar û meseleyê êş e û di vir de ji bilî ziman xwe bi mijarê jî digihîne rihê edebiyata bi kurmancî. Lewma di metnên wî de êş nabe surprîza çîrokê. Kirasê metnê êş e û eger xwendekar xwe li nezaniyê daneyne bi vê êşê re tirs û xofeke muşterek ya Kurdan mîna îbretekê, derbekê, birînekê xwe bi kakilê metnê ve girêdide. Ya Rûyê wê kin û sirra wê kevn û Kûr dike ev taybetî bi xwe ye.
Malhazirî: Ev Yapımı Tadında!
Piştî Rû û Kûr çap bû û çi kesê xwend çi kesê bêyî bixwîne behsa berhemê kir, wêneyê wê parve kir, bala min jî kişand. Lê ji berê de ye gava pirr behsa berhemekê bê kirinê ez hinekî xwe jê dûr dihêlim heta meydan xalî bibe. Roja min berhemê ji cem Selahattin Bulut kirî siûda min ew bû ku destbirakê min Alî Fîkrî Işik ji Çanakkaleyê hatibû bûbû mêvanê min û bi wî re em laqayê Alî Duran Topuz hatin. Ew roj em dirêj dirêj li ser çîrok û serpêhatiya kurmanciya Topuz axivîn. Bi kurmanciya xwe ya şîrîn ji me re behsa çîrok û serpêhatiya xwe kir. Me wêneyê xwe jî da kişandin. Gava min li wêneyê me nihêrt min dît li ser çadira li seriya me sloganek xuya dike. Piştî xwendina xwe ji safê dilê xwe dibêjim: Bi raya min tespîta herî di cî de ya bo Rû û Kûr ê ew slogan e: Ev yapımı tadında!
Alî Duran Topuz, Rû û Kûr, Avesta 2018
Necip Tosun, Modern Öykü Kuramı (Teoriya Çîroka Modern), Hece 2014
Walter J.Ong, Sözlü ve Yazılı Kültür (Çanda Devkî û Nivîskî), Metis 2010
Pascal Casanova, Dünya Edebiyatı Cumhuriyeti (Komara Edebî Ya Dinê), Varlık 2010
Ahmet Hamdi Tanpınar, Mücevherlerin Sırrı (Sirra Mucewheran), yky 2004
Ferit Edgü, “Çok Kısa Öyküler… Öykücükler”, Adam Öykü, Sayı: 12, İstanbul 1997
Cemal Şakar, 40 Soruda Türk Öyküsü (Di Çil Pirsan de Çiroka Tirkî), Ketebe 2018