Sedema nexweşiya 32 xwendevanên Şeqlawa aşkere bû Sedema nexweşiya 32 xwendevanên Şeqlawa aşkere bû
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Sedema nexweşiya 32 xwendevanên Şeqlawa aşkere bû

BasNews- Di dibistaneke sînorên Şeqlawa de nexweşiyek li nav xwendevanan belav bûye, berprisê tendirustiya navçeyê jî radgehîne ku, lêkolîn derbarê sedemên nexweşiyê berdewam e.

Berpirsê tendirustiyê di rêveberiya Şeqlawa Muhsin Qesrokî ji BasNewsê re ragehand ku, eve nêzîkî du rojin li dibistaneke sînorê Şeqlawa 32 xwendevan rastî nexweşiyeke xwerandinî(hesasiye) bûne û da zanîn ku, piştî lêkolên derket ku, hin xwendevan berî niha bi armanca komkirina Karçikan çûbûne gundê xwe û di nav daran de kurmikek renge sor bi leşê wan ve çûbû û ev yeke jî bibû sedema nexweşiyê.

Da zanîn ku, piştî ew zarok hatin dibistanên xwe nexweşî bo xwendevanên din jî veguheztin û heta niha 32 xwendevan rastî wê nexweşiyê bûne.

Wî berpirsê tendirustiyê daxwaz ji mamoste û rêveberên dibistanan kir ku, wan zarokên nexweş bo nexweşxaneyê veguhezin daku, çareseriyê werbigrin û hemû xwendevan rastî nexweşiyê nebin.