Wezareta Tendirustiyê: Hemû dermanan bi yek buhayî difroşin Wezareta Tendirustiyê: Hemû dermanan bi yek buhayî difroşin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Wezareta Tendirustiyê: Hemû dermanan bi yek buhayî difroşin

BasNews- Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ragehand ku, heta niha wan kariye buhayê hejmarek mezin ji corê dermanan bikin yek.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Xalis Qadir ji BasNewsê re ragehand ku, hilmeta me bo yekxistina nirxê dermanan berdewame û heta niha me kariye buhayê 5 hezar corê derman bikin yek û bi yek nirxî jî bifroşin.

Herwiha da zanîn ku, hewla dierustkirina kompaniyeke niştimanî bo hawirdkirina dermanan destpê kiriye û amadekariyên wê temam bûne û proje niha li encûmena wezîrane daku, biryayê li ser bidin û got, eger biryar li ser projeyê hate dayîn wê demê hawirdkirina dermanan dê bi rêya yek kompaniyê be û bi yek nirx jî were firotin.