Li Besrayê hejmara kesên ji ber ava qirêj jehrî bûne her zêde dibe!
كوردی عربي فارسى
Kurdî Türkçe English

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn ÇAND Û HUNER
x

Li Besrayê hejmara kesên ji ber ava qirêj jehrî bûne her zêde dibe!

BasNews - Rêxistina Mafên Mirovan li Besrayê heta niha ji ber ava vexweranê ya qirêj 111 hezar kes jehrî bûne.

Berpirsên Komîseriya Mafên Mirovan li Besrayê aşkera kirin ku li gel vebûna dibistanan hejmareke zêde ya xwendekaran jî ji ber ava vexwerinê ya qirêj jehrî bûne û bang li rêveberiya herêmî û hikûmeta navendî hat kirin ku di vê mijarê de gavên cidî bavêjin. Hat ragihandin ku heta niha zêdetirî 111 hezar kes ji ber ava qirêj jehrî bûne.

Li herêma Besra ji ber nebûna xizmetgûzarî û şert û mercên xerab ên jiyanê xwepêşandan hatibûn lidarxistin û di wan xwepêşandanan de zêdetirî 30 kes hatibûj kuştin û zêdetirî 700 kes birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiya Iraqê jî îdîa dike ku hejmara kesên ji ber avê jehrî bûne li gor heyamên berê gelek kêm bûye.

Learn the Truth Here ... لـێــــره‌ ڕاستی بـزانــــــه
Copyright ©2021 BasNews.com. All rights reserved