2 cêvîkên bi hev ve piştî 9 demjimêran ji hev hatin veqetandin! 2 cêvîkên bi hev ve piştî 9 demjimêran ji hev hatin veqetandin!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

2 cêvîkên bi hev ve piştî 9 demjimêran ji hev hatin veqetandin!

Rukiye Mistefa

BasNews - Li Qeterê du cêvîkên bi hev ve bi operasyoneke serkeftî ji hevdû hatin veqetandin.

Bijîşkên ku li nexwaşxana Sidra ya li paytext Doha yê de emeliyat pêk anîn, derbarê emeliyata cêvîkên 4 mehî yên ku di kezeba reş de bi hev ve bûn agahî dan endamên çapemeniyê.

Bijîşkan emeliyata ku cara yekeme û 9 demjimêran hatiye pêk anîn weke “Kompilike û İstisnai” nirxandin û diyar kirin, di kezeba reş de bi hev ve bûn yek ji rewşên herî metirsîdarin, lewra pêwistiya herdû cêvîkan jî bi kezebeke tam hebû.

Herwaha bijîşkan diyar kirin wan ji bo ku encameke baş bigrin û metirsiyê vegerînin asta herî kêm, beriya emeliyatê ji 30 demjimêran zêdetir qonaxa amadekariyê pêk anîn.