Şahciwana Iraqê ya berê Tara Fares hat kuştin Şahciwana Iraqê ya berê Tara Fares hat kuştin
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Şahciwana Iraqê ya berê Tara Fares hat kuştin

BasNews - Li Bexdaya paytexta Iraqê şahciwana Iraqê ya berê Tara Fares hat kuştin.

Model, bloggera moda û şahciwana Iraqê ya berê Tara Fares ku fenomeneke medya civakî bû û li ser Instagramê zêdetirî 3 milyon şopînerên wê hebûn, li taxa Kam Sara ya Bexdaya paytexta Iraqê dema di wesayîta xwe de bû ji aliyê çend êrişkaran nenas ve hat kuştin.

Wezareta Navxwe ya Iaqê ragihand ku lêpirsîna di derbarê bûyerê de berdewam dike. Li gor agahiyan ev sêyem jin ku karûbarên moda û endûstriya ciwaniyê dike, rastî êrişê tê û tê kuştin.

Hat zanîn ku ew şahciwana Iraqê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dijî û lê heyamên dawîn gelek caran serdana Bexdayê dikir.

Meha Tebaxê 2 jin ên xwediyê cihên ciwaniyê li malên xwe de kuştî hatibûn dîtin û herwiha aktîvîsta mafên jinan Soad el Eli jî berî çend rojan li Besrayê di otobîla xwe de hatibû kuştin.

Gelek rêxistin li Iraqê hene ku li dijî nirxên lîberal ên di civaka Iraqê de tên.

Piştî kuştina Tara Fares gelek kesan li ser medya civakî banga rawestandina van êrişan û daxwaza azadiya fikr, raman û jiyanê kir.