Geştyarekî ku dixwast wêneyê fîl bigire, di bin lingê fîl de ma û canê xwe ji dest da Geştyarekî ku dixwast wêneyê fîl bigire, di bin lingê fîl de ma û canê xwe ji dest da
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Geştyarekî ku dixwast wêneyê fîl bigire, di bin lingê fîl de ma û canê xwe ji dest da

BasNews - Li Zîmbabwê geştyareke alman a 49 salî dema di xwast ji nêz ve wêneyê fîl bigire, ma di bin lingê fîl de û canê xwe ji dest da.

Li Parka Niştimanî ya Mono Pools a li Zîmbabweyê roja Çarşemê, li gor gotinên xebatkarên parkê, komeke geştyaran rastî komeke fîlan hatin.

Hat gotin ku wê komê jî xwestine ku wêneyên fîlan bigirin li jineke alman ma di bin lingê fîl de ûbi giranî birîndar bû. Hat diyarkirin ku li nexweşxaneyê wê jina geştyar canê xwe ji dest daye.

Berpirsekî wê parkê ragihand ku ew her tim geştyaran ji bo ku gelek zêde nêzî fîlan nebin hişyar dikin.

Sala 2017an jî li tesîsa tûrîstîk a bi navê Sûlavên Victoria fîlekî bi navê Mbanje rehberê komeke geştyaran kuştibû, piştî bûyerê ew fîl jî hatibû kuştin.

Di heman salê de kesek din jî bi din lingê fîlan de mabû û canê xwe ji dest dabû.

Zîmbabwe piştî Botsvana duyem welat e ku hejmareke zêde ya fîlan lê heye û li gor daneyên berdest ên sala 2016an li Zîmbabwe 82 hezar û 304 fîl hene.