Hiqûqnas Guçlû: Neteweyên Yekgirtî dijminatiya kurdan dike Hiqûqnas Guçlû: Neteweyên Yekgirtî dijminatiya kurdan dike
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Hiqûqnas Guçlû: Neteweyên Yekgirtî dijminatiya kurdan dike

Şoreş Dildar

Salek di ser referanduma serbixweyiya Herêma Kurdistanê re derbas bû. Ligel fişar û guvaşên dewletên kolonya yên weke Îran, Tirkiye û Iraqê xelkê Herêma Kurdistanê bi beşdariya ji %76 û bi ji %93 ji serxwebûna Kurdistanê re gotin “bele.”

Nivîskar û pisporê hiqûqê Îbrahim Guçlû proseya referandûmê û encamên wê, bêdengiya Neteweyên Yekgirtî (NY)planên dagirkerên Kurdistanê yên li dijî serweriya kurdan ji BasNewsê re şîrove kir. Guçlû aşkere dike ku NY bi ti awayî kurdan temsil nake û wiha dibêje: “Dewletên dagirker û Neteweyên Yekbûyî bi hev re  li hemberî neteweya kurd û Kurdistaniyan sucdar in. Neteweyên Yekbûyî bi tu wateyekî jî kurdan temsîl nake.”

Dewletên dagirkeriya Kurdistanê dikin û Neteweyên Yekgirtî heta niha hîn jî encamên refarandumê nas nekirine. Sedem çi ye? NeteweyênYekgirtî çima li biryarên ku wê dane xwedî dernakeve?

Her neteweyek  xwediyê maf e ku qedere xwe bi îradeya xwe tayîn bike.Ceribandan dinyayê û neteweyan jî diyar dike ku netewe, di çarçeweya sê statuyan de dikare qedere xwe tayîn bike. Statuyê sereke ku piştî Şoreşa Fransayê wek pêvajoyeke xurt derket pêş, dewletên milî û her neteweyek dewleta xwe yê serbixwe ava bike. Statuya duyemîn, du netew û an jî zêdetir netew, bi hev re dewleteke mişterek ya federal ava dikin. Statuya seyemîn jî, dewletê serbixwe yên neteweyan, bi îradeyeke azad, demokrat, dikarin bi hev re dewleteke konfederal ava bikin.

Neteweya kurd jî xwediyê maf e ku qedere xwe di çarçewaye van sê statuyên siyasî de tespît bike, bibe serwer, desthilatdar, serbixwe û azad.

 

Loma jî Neteweya kurd, 20 sal e ku di sînora Împeratoriya Osmanî û Farisî de di sînorê dewletên milî yên nîjadperest û dagirker û kolonyalîst (Dewleta Tirk, Ereban, Farisan) j wek her neteweyekê ji bona dewleta xwe ava bike xebat û têkoşînê dimeşîne. Hezar mixabin dewletên dagirker û kolonyalîst bi zorê, bi qetlîamê, bi tunekirina kurdan, jenosîda domdar, asîmîlasyonê pêşiya vê pêvajoyê girt.

Lê bes li Başûrê Kurdistanê encama têkoşîneke dûrûdirêj, dewleta federe ava kir. Neteweya kurd li İraqê bi ereban re di sala 2005an de encama referandûma makezagonê biryar da ku qedere xwe di çarçeweya dewleta federal de tayîn û tespît bike.

Hezar mixabin piştî çendan salan derket holê, ku ereb bi neteweya kurd re wekheviyek naxwazin bimeşînin, dixwazin ku wek netewe ereb bibin sereke, desthilatdar. Dewlet jî wek dewleta neteweya ereba ya milî nîjadperestî bê meşandin.

Di wê qonaxê de karbidestên Dewleta Federeya Kurdistanê û Serok Barzanî biryar dan ku dewleta xwe ya serbixwe, Dewleta Kurdistanê ava bikin.Ji bona serxwebûna Kurdistanê û ji bona dewleta Kurdistanê ava bikin jî, referandûm anîn rojevê.

Piştî xebeteke dirêj ya herêmî û navnateweyî di 25ê Îlona 2017an de referandûm li darxistin. Kurdistaniyan bi %93.2an biryar dan ku serbixwe bibin. Dewleta Kurdistanê ji bona ava bibe, bi riya demokratîktir referandûmê qanûn çê kirin.

Rola dagirkeran çi bû?

 Dewletên dagirker û kolonyalîst dîtin ku Kurdistanî dê li beşekî Kurdistanê dewlet ava dikin; wek her dem êriş kirin, Kerkûk û gelek deverên din yên Kurdistanê dagir kirin.

Ew helwesta dewletên dagirker û nîjadperest, berdewamiya siyaset û stratejiya van dewletî yê dîrokî ye. Berê çewa ku tevgerên milî yên Kurdistanê bi qetlîaman şikandin, dewlet Kurdistanê ya Mehanadê bi qetlîma rûxandin, otonomiya Kurdistanê di sala 1975an de têk birin, xwestin û dixwazin ku pêşiya dewletbûn û pêvajoya encama referandûma serxwebûna Kurdistanê bigrin.

Dewletên dagirker ditirsiyan ku dema li Başûrê Kurdistanê dewlet ava bibe, ji bona beşên din jî dibe model û ceraibandin. Di nav neteweya kurd û Kurdistanê de şiûreke milî ya xurt a ku pêşînayêgirtin çê dike. Koloniyeke xwe wenda dikin. Qels dikevin. Dewlemendiya Kurdistanê wenda dikin.

Ev jî bû/dibe sedem ku dewletên dagirker encama referandûma serxwebûna Kurdistanê nas nekin.

Mafê çarenivîsa neteweyan û neteweya kurd di Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatiye pejirandin. Hezar mixabin li ser Neteweyên Yekbûyî tesîra û bandora dewletan heye. Bi taybetî jî bandora pênc dewletên endamê Konseya Ewlewî ya Neteweyên Yekbûyî heye. Ew dewlet jî, Emerîka, Rûsya (berê Yekîtiya Sovyetan), Fransa, Çîn, Engilîstan.

Emerîka di sala 1945an de îdia dikir ku demokrasî aniyê dinyayê û Prensîbên Wîlson pêk tîne. Lê di sala 1946an de ji bona berjewendaiya dewletbûna xwe çav ji têkbirin û qetlîam û îdamkirina dewleta Kurdistanê ya Mehabade re; di sala 1975an de ji têkbirina otonomiya Kurdistanê re ji bona berjewendiya xwe çavên xwe girt. Di heman dem de ji di sala Oktobira 2018an de jî ji  îşgala Kerkûkê re rê vekir.

Yekîtiya Sovyetan, ji bona avakbûna dewleta Kurdistanê ya Mehabadê re bû alîkar, pişt re jî ji bona ku dewleta Kurdistanê ji aliyê dewleta dagirker ya Îranê ve bê rûxandin çavên ji wan re girt. Di sala 1975an de ji İraqa kolonyalîst û BAAS a Faşîst re bû alîkar, otonomiya Kurdistanê rûxand.

Rola xerab ya Fransa û Îngîltereyê li dijî neteweya kurd û Kurdistanê tê zanîn. Wan Kurdistan parçe kir. Xist bin bandora 4 dewletên dagirker.

Çîn xwediyê rolekî mezin nîne. Gelo di vê rewşê de Neteweyên Yekbûyî dê çewa ji peymana xwe re, ji biryarên xwe re, ji mafên kurdan re, ji encama referandûma serxwebûna Kurdistanê re xwe derkeve?

Loma ez dibêjim ku dewletên dagirker û Neteweyên Yekbûyî bi hev re  li hemberî neteweya kurd û Kurdistaniyan sucdar in. Neteweyên Yekbûyî bi tu wateyekî jî kurdan temsîl nake.

 

Encamên Referandûmê Her Dem Di Rojevê De Ne

Gelo mimkun e di siberojê de encamên referandumê dîsa werin rojevê û encamên wê ji aliye Neteweyên Yekgirtî ve bên nasîn?

Encamên referandûmê di vê qonaxê de jî di rojevê de ne. Tê zanîn ku her dem karbidestên Dewleta Federe ya Kurdistanê,Serok Barzanî, PDKê her dem ji encamê referandûnmê re xwedî derketin.

Bi taybetî jî di hilbijartina giştî ya İraqê de encamên referandûmê rojanetir bûn. Ew jî aliyê Serok Barzanî û PDKê de her dem di rojevê de bûn. Ji bona vê jî gel dengên zêde da PDKê. PDKê li İraqê û li Kurdistanê bû partiya yekemîn. Di avakirina hikûmeta federal de jî bû xwediyê roleke mezin. Dema ku ji bona hikûmeta federal avakirinê bi Serok Barzanî re danûsatandinên tên kirin, vê yekê nîşan dide. Serok Barzanî jî di çarçewa encamên referandûmê de danûstandinan dimeşîne.

Bi taybetî jî di van rojên dawî de dema ku qempenyaya PDKê ji bona Hilbijartina Giştî ya Kurdistanê û Serokkomariya İraqê bê şopandin, mirov gelek bê hêsanî dibîne ku encamên referandûmê rojane ne. PDKê û bernamzetên wan yên meclîsa Kurdistanê di vê çarçeweyê de dimeşine. Propaganda dikin. Deng ji gel dixwazin.

Lê encamên referandûmê nasîn ji bona Neteweyên Yekbûyî rojane nîne. Ji bona vê xebatek hîn xurt ya kurdan divê bimeşe.

“Armanca Referandûmê Diyarkirina Serxwebûna Kurdistanê Bû”

Herçend referandum weke rayedarên Herêma Kurdistanê aşkere dikirin; “referandum ne ragihandina serxwebûnê ye” welatên weke İraq, Îran û Tirkiyê çima bi tûndî dijî referandumê derketin?

 

Rayadarên negotin ku “referandûm ne ragihandina serxwebûnê ye.” Ev yeka ji aliyê raya giştî ya kurd de şaş hat fahm kirin.  Rayadarên Kurdistanê û Serok Barzanî gotin ku “refendûm ji bona serxwebûna Kurdistanê  û Dewleta Kurdistanê ye. Lê piştî referandûmê em nabêjin ku bi lezû bez dewlet ava bibe.”

Lewra wan difikirî ku dê bi ereban re ji bona Dewleta Konfederal li hevdu bikin. Ji bona vê jî danûstandinek di çarçeweya encamên referandûmê divê bê meşandin.

Gor baweriya min ew şaş bû. Diviya bû ku piştî referandûmê Dewleta Kurdistanê diyar bikirina. Min pişştî referandûmê jî min yeka pêşniyar kir û nivîsand.

Heger mabest di referandûmê dewlet avakirin û “serxwebûna Kurdistanê diyarnekirin bûya”,  wê demê çima Serok Barzanî bi rojan di telewîzyonê de ji dewleta federal ya Kurdistanê qal kir? Got ku dewleta ava bibe, “dewleta kurd ne, Dewleta Kurdistanê ye. Hemû kêmneteweyên li Kurdistanê dê bibin xwediyê dewletê. Dewleta Kurdistanê dê bibe dewleta federal.”

Loma jî dewletên dagirketr mabest û armanca Kurdistaniyan û encamên referandûmê wusa fahm kirin, rast fahm kirin, loma  êriş kirin.

 

“Referandûma Şiûra Milî Derxist Sewiyeke Nû”

 

Referandumê çi tesîrek li siyaseta kurdan kir? Peyamên wê ji kurdan re çi bûn?

 

Li hemû beşên kurdan di armanc û stratejiya milî ya neteweya kurd û Kurdistanê de nezelaliyek û tevliheviyek hebû. Referandûmê diyar kir ku neteweya kurd û partî/rêxistinên wan divê ji bona serxwebûn û dewlet avakirinê xebat kirin.

Bi taybetî ji bona partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê armanc û stratejî zelaltir kir. Wek tê zanîn partî û rêxistinên Kurdistanê dewleta federal diparastin. Referandûmê di stratejiya wan de guhertin çêkir. Ji wan re got ku “êdî stratejî û armanca we divê dewlet avakirin û ji bona vê xebat be.”

Referandûmê naveroka şiûra milî ya kurdan dewlemendir kir û qelîte guhert. Şiûra milî derxist sewiyeke bilind û dewletavakirinê.

Ji partî û rêxistinên kurdan diyar kir ku xebata navneteweyî xûrttir bikin.Serxwebûna Kurdistanê Serok Barzanî diparêze. Loma jî ji wî re xwedî derkevin. Lê ji aliyekî de jî realisttir bûn wek dersekê pêşkêş kir.

“Hewlêr Yekser Nebe Jî Divê Nav Pêvajoyekê De Serxwebûn Kurdistanê Diyar Bike”

 

Heger hikûmeta nû ya Bexdayê jî bûdçeya Herêma Kurdistanê neşîne û nakokiyên di navbera Bexda – Hewlêrê de berdewam bikin egera wê yekê heye Hewlêr yekser serxwebûnê îlan bike?

 

Dewleta Federal ya İraqê bes dewleta ereba nîne, dewleta kurdan û ereban û Kêmneteweyan e.

Dewleta Federal, ji her aliyî de (ji aliyê desthilatdarî, serwerî, aborî wd.) li ser parvekirineke bi adalet pêk û ava dibe.

Dema hikûmeta navendî ya federal ya nû (ku divê hikûmet jî hevbeş be), butçe neşîne, ew tê wateyê ku ereb naxwazin bi kurdan û Kurdistaniyan re jiyaneke mişterek bimeşîne.

Ew jî an bi awaye demokreatîk diyarkirina dewleta Kurdistanê û serxwebûna Kurdistanê derdixe holê, an jî dibe sedem ku di navbeyna kurdan û hikûmeta navendî de şer derkeve.

Bi kurtî dikarim bibêjim ku di van şertan de Hewlêr, karbidestên Kurdistanê xweser dikarin serxwebûna xwe îlan bikin, dest bi avakirina dewleta xwe bikin.