Ji pişîka xwe bakteriyeke pir xerab girt! Ji pişîka xwe bakteriyeke pir xerab girt!
English Türkçe Kurdî
كوردی عربي فارسى

NUÇE RAMAN Raport Hevpeyvîn ABORÎ MULTÎMEDYA Magazîn SPOR ÇAND Û HUNER
×

Ji pişîka xwe bakteriyeke pir xerab girt!

Rukiye Mistefa

BasNews - Zilamê 68 salî yê ku li parêzgeha Missouri ya Amerîkayê dijî, ji pişîka xwe ya ku di malêde mezin dikir nexwaşiyeke ku jiyana wî dixe metirsiyê girt.

Nexwaşiyê xwe Destpêkê bi agirê zêde da diyar kirin. Zilamê ku heta heftiyekî agir ango herareta wî daneket li aliyê rastê yê stûyê wî de warmandinan destpê kir.

Piştî ku zilam çû gel bijîşk jî tiştên ku bihîst şaş ma. Nexwaş pêhesiya ku rastî nexwaşiya binavê 'Francisella tularensis' ku pir kêm tê dîtin hatiye.

Nexwaşiya Francisella tularensis bi bakteriyeke jehrî di laş de belav dibe. Zilamê bêçare ji bijîşk re anî ziman ku berî du rojan hêşta hest nekiribû ku nexwaşe pişîka wî ji ber losemiyê miribû.

Bijîşk diyar kir pişîkê bakteriya “Francisella tularensis” girtiye û diyar kir dibe ku zilamê 68 salî jî ji gez û pencên pişîkê ev bakteriye hilgirtibe.

Pispor diyar dikin ku li Amerîkayê salê di navbera 100 û 200 bûyerên bi vî rengî tên jiyan kirin.

Kedisinden ölümcül bakteri kaptı