Mihemed Hesnanî
BasNews – Di berdewama lêgerînên tîmên şûnwarnasên biyanî yên zankoya Brîtanya ya Cambridge li şikefta Şanedarê ya devera Mêrgesorê de 9.mîn hestiyên mirovên Neandertal hatin dîtin.
Rêveberê geştyariyê yê Mêrgesorê Sefer Siwar ji BasNewsê re ragehand: ‘’Hewldanên me berdewamin bo ku şikefta Şanedarê em radestî berhemanînerekê bikin û bibe cîheke nimûne yê şûnwariyê ango dîrokî. Ji ber berdewam geştyar û lêkolînvanên dîrokê berê xwe didin vê deverê. Naha lêkolînvan û şûnwarnasên cîhanî bi hemahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê û rêveberiya şûnwarnasînê ya Soran û binkeyê şûnwariya Mêrgesorê re rêkeftinek îmza kirine, bo lêgerîna dû hestiyên mirovên Neandertal ên li şikefta Şanedarê.’’
Herwaha got; ‘’Di wan rojane de di encama karên lêkolîna şûnwariya dîrokî ya zankoya Cambridge ya Brîtanyayê li şikefta Şanedarê de, 9.mîn hestiyên mirovên Neandertal hatin dîtin û naha mijûlin kar bo komkirina hestiyên wî peykerî bikin. Li gor agahiyên ku min ji binkeya şûnwariya Mêrgesorê wergirtine, beden û hejmarek hêstiyên wî peykerî hatine dîtin û naha mijûlin serê wî peykerî di bin axê de derbixin.’’
Şikefta Şanedarê dikeve navçeya Barzanê û ser bi qeza Mêrgesorê ya sînorê parêzgeha Hewlêrê. Cîhê ew şikeft lê ji asta behrê 2200 metreyan bilindtir e û dikeve ser bilindayiyên çiyayên Bradost û yek ji şikeft û cîhên herî kevin ên Kurdistanê û Iraqê tê pênase kirin. Dîroka wê şikeftê wedigere bo 8 hezar sal berî zayînê.